> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tirkiye: 150 xelasker li hewara kesekê Amerîkî çûne
- URL: https://www.botantimes.com/tirkiye-150-li-hewara-keseke-ameriki-cun/
- Published: 2023-09-11T10:33:05.000Z
- Updated: 2023-09-11T10:33:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Yek ji pisporên şikeftan, Mark Dickey piştî çûyî di şikefta "Morca"yê ya nêzîkî Behra Spî, nexweş bûye û nekariye vegere. 150 kes li hewara wî çûne.

Pisporê şikeftan digel nîşanîya xwe û du kesên dî çûye cihekê kîlometreyekê kûr. Li gor nûçeya [The Guardianê ](https://www.theguardian.com/world/2023/sep/08/more-than-150-rescuers-join-effort-to-free-ill-american-caver-mark-dickey-turkey?ref=botantimes.com) ew nexweş bûye û ji rûviyên wî xwîn hatiye.

Wî pêşiyê hewara xwe gihandiye koma pisporên şikeftan ya li New Jerseyê. Wê komê hewar rakiriye. Tîmeka saxlemîyê ya Îtalî pêşiyê xwe gihandiye binê şikeftê û alîkarîya Dickeyî kiriye.

Paşê bi çûna komên hewarê yên Tirkiyeyê jimara mirovên xelasker bûye 150.

Mark Dickeyî bi vîdeoyekê diyar kiriye bi xêra bilezçûna tîmên hewarê ew ji mirinê felitiye.