> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tirkiye di “Rapora Nirxên Demokratîk” de têk çû
- URL: https://www.botantimes.com/tirkiye-di-rapora-nirxen-demokratik-de-tek-cu/
- Published: 2024-01-16T09:28:32.000Z
- Updated: 2024-01-16T09:28:32.000Z
- Author: bianet
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Di civaka demokratîk de mafê gel heye ku nûnerên xwe bi xwe hilbijêrin. Divê ev hilbijartin bi awayekî azad, adil û zelal bên kirin. Ger nirxên demokratîk nebin, gel nikare vî mafî bi kar bîne û nûnerên xwe hilbijêre.

Rapora Enstîtuya Navneteweyî ya ji bo Alîkariya Demokrasî û Hilbijartinê (*International IDEA*) ya sala 2023an, bal kişand li ser performansa nebaş a Tirkiyeyê. Li gorî vê raporê Tirkiye di kategoriya serweriya qanûnê de ji 173 welatên cîhanê di rêza 148an de ye. Li gorî heman raporê, Tirkiye di nava 4 welatên nedemokratîk ên Ewropayê de ye ku li pişt Rûsyayê ye.

*Li gorî rapora International IDEAyê, di rêza dewleta hiqûqê de performansa Tirkiyeyê kêm e:*

Di kategoriya dewleta qanûnê de Tirkiye ji 148 welatên cîhanê û ji 45 welatên Ewropayê ji dawiyê di rêza 2an de ye.

Di kategoriya mafan de Tirkiye di cîhanê de di rêza 129an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.

Di beşa nimandin de Tirkiye li cîhanê di rêza 112an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.

Di beşa beşdarbûnê de Tirkiye li cîhanê di rêza 139an û li Ewropayê jî di rêza 42an de ye.

Civaknasî nirxên demokratîk weke nirxên ku bingeha civaka demokratîk ava dikin penase dike. Armanca van nirxan, parastina maf û azadiyên bingehîn ên takekesan û dabînkirina xweşî ango refah û edaleta civakê ye.

Ji bo berdewamîya nûçeya li bianetê [bitikîne](https://bianet.org/yazi/tirkiye-di-rapora-nirxen-demokratik-de-tek-cu-290602?ref=botantimes.com).