> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# TORÎma naverokên zanistî çêdike
- URL: https://www.botantimes.com/torima-studyo-naveroken-zanisti-cedike/
- Published: 2023-11-24T09:24:41.000Z
- Updated: 2023-11-24T09:24:41.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, TORÎma, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Studyoya TORÎmayê vîdeoyên têkildarî naverokên zanistî bi kurdî çêdike û belav dike.

TORîma studyoyek e ku ew vîdeo û belgefîlm çêdike û dublaja vîdeoyan bo kurdî dike.

Armanca wan ew e ku bi zimanê zikmakî belgefîlm û naverokên zanistî, felsefî û wêjeyî çêbikin.

TORÎmayê heta niha tenê kurtevîdeo çêkirine.

Yek ji xebatkar û xwedîyê TORÎmayê Umut Arik bo Botan Timesê ragihand ku belkî ew di demên pêş da vîdeoyên dirêj û dublaja filman jî bikin.

Herwiha Arik da zanîn ku digel ku amûrên wan hene jî hêj wan studyoya xwe ava nekirîye û ew li mala xwe dixebitin. Ew dîyar dike ku dê dimên pêş da studyoya xwe ava bikin.

https://www.instagram.com/p/CtwP4sdAns\_/