> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Tu nedî min destebivir ha ez ha ev kevir! - Katibê Şêx Seîd
- URL: https://www.botantimes.com/tu-nedi-min-destebivir-ha-ez-ha-ev-kevir-katibe-sex-seid/
- Published: 2026-06-29T05:00:12.000Z
- Updated: 2026-07-02T11:34:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Şêx Seîd

Katibê Şêx Seîd efendî yek ji alim û zanayên dewra xwe bû. Wî di bîranînên xwe de behsa çîrokekê kiriye. 

Li gor çîrokê komek bivir hatine ber-avekê û haziriya xwe dikin daran bibirin. Dar jî dibêjin me ti zerer nedaye ti kesê em li ser koka xwe ne. Ka bila rihspîyê me biçe ji biviran re bibêje bila me nebirin. 

Bivir bersiva li jêr dide daran: 

***Ez qewetê ji te digrim*** 
  
***Serê te bi destê dibirim*** 
  
***Tu nedî min destê bivir*** 
  
***Ha ez û ha ev kevir*** 
  
***Ev mesela kurdan e*** 
  
***Derdê serê derdan e*** 
  
***Hindek heramzade ne*** 
  
***Nankorê ewladan e*** 
  
***Ji bîgane ra dibin destgîr û piştgîr*** 
  
***Kurdan dixin binê nîr*** 

---

## Fehmiyê Bîlal kî ye? 

**Fehmiyê Bîlal** (jdb. [1887](https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=1887&action=edit&redlink=1&ref=botantimes.com) li [Licêyê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Lic%C3%AA?ref=botantimes.com) \- m. [1967](https://ku.wikipedia.org/wiki/1967?ref=botantimes.com) li [Amed](https://ku.wikipedia.org/wiki/Amed?ref=botantimes.com)) şoreşvanekî bû ku di serhildana [Şêx Seîd](https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AAx%5FSe%C3%AEd?ref=botantimes.com) de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê **Fehmiyê Licî** jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Piştî têkçûna serhildanê derbazî binxetê dibe. Di avakirina [Xoybûnê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Xoyb%C3%BBn?ref=botantimes.com) de roleke mezin dileyîze. Ji ber ku fransî dizanibû, têkiliya tevgerên Kurd bi [Ewropa](https://ku.wikipedia.org/wiki/Ewropa?ref=botantimes.com) re hêsantir dikir. Berhemên [LaFontaine](https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=LaFontaine&action=edit&redlink=1&ref=botantimes.com) werdigerand û bi xwe jî helbest dinivîsand. Mixabin pirraniya wan kete destê dewleta Tirk û hatin tunekirin. Herwekî arşîva Şêx Seîd jî.

Li ser derxistina efûyê ya dûgela Tirk û ji ber hinde nakokiyên di navbera damezrênerên Xoybûnê, biryar digire û vedigere Bakurê Kurdistanê. Dûgela Tirk li ser soza xwe nasekine û wî digirin. Wî sirgûnê bajarê [Ispartayê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Isparta?ref=botantimes.com) dikin. Li wir tendurustiya wî bi giran dijwar dibe û dewleta Tirk cezayê wî sist dike, vedigere [Bakurê Kurdistanê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Bakur%C3%AA%5FKurdistan%C3%AA?ref=botantimes.com). Li [Darahênê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Darah%C3%AAn%C3%AA?ref=botantimes.com), [Xinûs](https://ku.wikipedia.org/wiki/Xin%C3%BBs?ref=botantimes.com) û [Amedê](https://ku.wikipedia.org/wiki/Amed?ref=botantimes.com) di nava xizaniyê de dijî û jiyana xwe ji destdide.

[Wikipedia Kurmancî ](https://ku.wikipedia.org/wiki/Fehmiy%C3%AA%5FB%C3%AElal?ref=botantimes.com)

\*\*Helbest ji Kovara Bîrê hatiye standin, [Hejmar 7 Rûper 217](https://www.kovarabir.com/static/pdf/kovar-bir-hejmar-7.pdf?ref=botantimes.com)