> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Türk İşê aşkere kir: Sînorê birçîbûnê 11 hezar û 658 lîreyê tirkan e
- URL: https://www.botantimes.com/turk-ise-askere-kir-sinore-bircibune-11-hezar-u-658-lireye-tirkan-e/
- Published: 2023-07-31T11:10:15.000Z
- Updated: 2023-07-31T11:10:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, sendîka, TurkIŞ, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkîyeyê (Türk-İş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîtî û Xizaniyê ya tîrmeha 2023yan aşkere kiriye.

Li gor daneyên ku Türk İşê belavkirine,

Malbateka ku ji çar kesan pêk tê ji bo bikaribe baş û têr debara xwe bike 11 hezar û 658 lireyê tirkan ji wan re pêwîst e. Ji vê re sînorî birçîbûnê tê gotin.

Li gor daneyên hatine belavkirin sînorê xizaniyê jî bûye 37 hezar û 974 lîreyê tirkan.

Bi vî awayî mûçeya herî kêm a ku 11 hezar û 402 lîreyê tirkan e, ket bin sînorê birçîbûnê.

Di meha borî de sînorê birçîbûnê 10 hezar û 373 TL û sînorê xizaniyê jî 33 hezar û 788 lîreyê tirkan bû.