> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ukraynayê dijî Rûsyayê dest bi êrişan kir: 3 gund bi dest xistine
- URL: https://www.botantimes.com/ukraynaye-li-diji-rusyaye-dest-bi-erisan-kir-3-gund-bi-dest-xistine/
- Published: 2023-06-12T07:36:24.000Z
- Updated: 2023-06-12T07:36:24.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Şerê di navbera Rusya û Ukraynayê da berdewam dike.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan li başûrê rojhilatê welêt 3 gund ji Rûsyayê sitandine.

Li gor nûçeya BBC Türkçeyê, di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin da leşkerên Ukraynayê li herêmên Blahodatne û Neskuchneyê yên Donetskê pîrozbahî li dar dixin.

Alîkara Wezîrê Berevanîyê ya Ukraynayê Hanna Maliarê diyar kir ku wan gundê Makarivkayê jî destê artêşa Rûsyayê rizgar kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyî jî şeva şemiyê piştrast kir ku wan dijî Rûsyayê dest bi êrişeka dijber kirine.

Şerê di navbera Rusya û Ukraynayê da 24ê Sibata 2022yan dest pê kiribû. Bi mîlyonan xelkên Ukrayanayê ji ber şerî derbeder bûbûn.