> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# UNHCR: Zêdetirî 30 hezar kesan ji Libnanê çûne Sûriyeyê
- URL: https://www.botantimes.com/unhcr-zedetiri-30-hezar-kesan-ji-libnane-cune-suriye/
- Published: 2024-09-27T12:15:14.000Z
- Updated: 2024-09-27T12:15:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Cîhan, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Înê ragihandiye ku bi dijwarbûna pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê de, di 72 saetên borî de zêdetirî 30 hezar kesan ji Lubnanê derbazî Sûrîyê bûne, ku piranîya wan Sûriyeyî ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Lubnanê dora 1.5 mîlyon Sûriyeyî dijîn ku ji şerê navxweyî revîbûn.

Kordînatorê alîkarîyên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî li Lıbnanê, Imran Riza îro di preskonferanskê de gotıye ku bi giştî pirtir ji 200 hezar kesan ji ber şer û pevçûnan bi neçarî ji Lubnanê derketine.

\--

Ev nûçe ji Reutersê VOA Kurdî kiriye kurdî û BTyê kurt kiriye.

Wêneyê manşetê: Arşîv, Temsîlî, ji Pixabayê