> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wan - Gotûbêjek li ser Salnama Ehmedê Xanî
- URL: https://www.botantimes.com/wan-gotubejek-li-ser-salnama-ehmede-xani/
- Published: 2024-07-19T10:39:23.000Z
- Updated: 2024-07-19T10:39:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, salnama ehmedê xanî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Li Wanê gotûbêjek dê li ser berhemên bi navê Salnama Ehmedê Xanî bê kirin.

Set ji hêla Mehmet Gültekin & Bahar û Nihat Gültekin ve hatîye amadekirin û ji 5 pirtûkan pêk tê.

Zimanê her 5 berheman jî kurdî û tirkî ye.

Di vê setê de, gelek nûçe, çalakî, gotar, nivîs, hevpeyvîn û roportajên derbarê Ehmedê Xanî de hatine berhevkirin. Berhem li Stenbolê, li çapxaneya Ceylan Matbaacilikê hatîye çapkirin.

Axêverên gotûbêjê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin in û moderatorîya wê Samî Çelîktaş dê bike.

Gotûbêj sibê, 20ê Tîrmehê li VANTSOyê saet 14:00an dê dest pê bike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/07/74344186-b56f-4e55-85ec-e865637d2b5e.jpg)