> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wêjegeh Amedê bernameya Rêbendanê dîyar kir
- URL: https://www.botantimes.com/wejegeh-amede-bernameya-rebendane-diyar-kir/
- Published: 2024-01-08T12:07:25.000Z
- Updated: 2024-01-08T12:07:25.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Wêjegeh Amed, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Rêbendanê dîyar kir.

Di bernameya Wêjegehê da 5 gotûbêj cih digirin.

Gotûbêja ewil ya Abdullah Aren Çelik e ku ew dê li ser berhema xwe ya dawî ya bi navê *Revan* gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Çelikî dê 13ê Rebendanê saet 15:00yan dest pê bike.

Bedriye Topaç dê li ser berhema xwe ya bi navê Sebr gotara xwe pêşkêş bike ku berhema bi zazakî û helbest e. Bernameya Topaçê dê 17ê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Mihemed Şarman nivîskarê Botan Timesê, dê li ser romana xwe ya dawî *Ölür Çünkü Babalar* (Çimkî Bav jî Dimirin) gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Şarmanî 19yê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Andriy Lyubka nivîskar û helbestvana Ukraynî dê li ser wêje û şerê ku li Ukraynayê gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Lyubkayê 25ê Rebendanê saet 18:30an dest pê bike.

Mem Bawer dê li ser poetîka xwe ya 20 salan biaxive. Moderatorîya bernameyê dê Roza Metîna bike. Bername dê 30ê Rêbendanê saet 18:00an dest pê bike.