> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Mijdarê eşkere kirîye
- URL: https://www.botantimes.com/wejegeh-amede-bernameya-xwe-ya-mijdare-eskere-kiriye/
- Published: 2023-11-09T08:12:08.000Z
- Updated: 2023-11-09T08:12:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Wêjegeh Amed, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Mijdarê dîyar kir.

Di bernameya Wêjegeh Amedê da, bi temamî 6 gotûbêj cih digirin ku hemî gotûbêj dê li Wêjegeh Amedê pêk bên.

Gotûbêja ewil ya Sibel Oralê ye ku dê 15yê Mijdarê saet 18:00an li gel hezkirîyên xwe be, kitêbên xwe îmze bike û li ser kitêba xwe ya bi navê *Memet Deng Tê Te* biaxive.

Devran Kaya dê 19yê Mijdarê saet 15:00yan li ser romana xwe ya bi navê *Qasedên Dêya Min* gotûbêjekê bike.

Metin Aydın dê 21ê Mijdarê saet 18:30an li ser kitêba xwe *Ev Pirtûkeke Hevpeyvînan* e gotûbêjekê bike.

Ahmed Kanî di peywende kitêba Belkî Îşev Biniveya Murat Bayram da, 22yê Mijdarê saet 18:30an dê li ser mijara *Rojnamegerîya Wêjeyî* gotara xwe pêşkêş bike.

Kerem Fırtına dê 25ê Mijdarê saet 15:00yan li ser du kitêbên xwe *Hevalê Min ê Herî Nêz,* *Dînek e* û *Hevalê Min ê Herî Nêz Dîntir e û Bihêrstir e* gotûbêjekê bike.

Fexrîya Adsay dê 29ê Mijdarê saet 18:30an li ser mijara *Werger Wek Helwesteke Politîk* gotara xwe pêşkêş bike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/11/2b3e1bd7-a4d3-4881-8e50-9506fffcb0b8.jpg)