> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Welatên herî bextewar ên cîhanê dîyar bûn
- URL: https://www.botantimes.com/welaten-heri-bextewar-en-cihane-diyar-bun/
- Published: 2023-03-23T07:37:00.000Z
- Updated: 2023-03-23T07:37:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve lîsteya welatên herî kêyfxweş û ne kêyfxweş yên cîhanê hatin hilbijartin.

Fînlandîya careke din di lîsteyê da bû yekemîn û 6 car in ku li pêy hev tê hilbijartin.

## Tirkîye di rêza 106an da ye

Di raporê da ku zêdetirî 150 welat tên lêkolînkirin, Tirkîye di rêza 106an da cih girt.

Ji 10 welatên xelkê wê herî kêyfxweş 8ê wan welatên Ewropayê ne.

Piştî Fînlandayê li gor rêzbendîyê Danîmarka, Îzlanda, Îsraîl û Hollanda tên.

Welatên ku xelkê wê ne kêyfxweş in jî Afxanistan û Lubnan in û di rêza dawî de ne.