> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# WÊNE NÛÇE:  Jinan starta çalakiyên 8ê Adarê dan
- URL: https://www.botantimes.com/wene-nece-jinan-starta-calakiyen-8e-adare-da/
- Published: 2023-03-01T11:27:29.000Z
- Updated: 2023-03-01T11:27:29.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li bajarê Amedê jinan starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî dan.

Jinên li ber Postaxaneya Derîyê Çîyê li hev kombûn ji bo jinên girtî nameyan şandin girtîgehan.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_6283-2.jpg)

Bi sedan zerfên ji aliyê jinan ve hatibû komkirin ye bi yek peyamek li ser hate nivisîn.

Karta wêneyên 8ê Adarê sembolîze dike jî di zerfan de hate bicîhkirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_6287.jpg)

Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya dibêje,

> Me dîsa dît ku rêxistinbûyina jinan çiqasî girîng e. Em îsal jî hîn bi xurtir 8ê Adarê pêşwazî dikin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_6263-2-1.jpg)

Jinan piştevaniya xwe ya ji bo jinên mexdurê erhêjê jî bi yek dengî anîn ziman.

Her wiha hat gotin ku, ew ê di 8ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin.

## Dîroka 8ê Adarê

Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hatibû kirin û destpêkir.

Piştî ku Neteweyên Yekbûyî di 16 kanûna 1977'an de jî 8 adarê weke "Roja Cîhanî ya Jinan" îlan kir.

Ji wê rojê ve di 8 Adarê de li seranserê cîhanê jin derdikevin qadan û daxwaza mafên xwe dikin.