> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Avestayê 'Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-avestaye-hikayeta-terziyeki-u-cend-tisten-din-cap-kir/
- Published: 2024-03-29T10:32:04.000Z
- Updated: 2024-03-29T10:32:04.000Z
- Author: Medyaya Herêmî
- Tags: Nûçe, Amed, Botan Times, Demirtaş, DIYARBEKIR, hilbijartin, Jin, Konsert, Kovar, Kurdistan, Rojava, tiyatro, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanên Avestayê kitêba *Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên* Din çap û belav kir.

*Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din* kitêbeka çîrokan e û ji alîyê Rizgar Elegez ve hatîye nivîsîn.

Ev duyemîn kitêba wî ya çîrokan e.

**Nivîsara Berhemê:**

Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê.  
Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/03/af75a715-c934-4e46-b70d-edc0ccc2c0a5.jpg)