> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Avestayê 'Perîşanname' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-avestaye-perisanname-cap-kir/
- Published: 2023-10-06T07:06:33.000Z
- Updated: 2023-10-06T07:06:33.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Avesta, avesta yayinlari, DIYARBEKIR, erol şaybak, Kurd, Kurdî, Shahab Vali, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Weşanên Avestayê berhema *Perîşanname*ya Mela Perîşanê Dînewerî çap kir.

Berhema *Perîşanname* wekî yek ji kevintirîn mesnewîya kurdî tê zanîn ku di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn.

*Perîşanname* ji aliyê tema û naverokê ve xwe dispêre baweriya Mezheba Şî'a ku muellifê berhemê Mela Perîşanê Dînewerî ye ku ew jî şeyxul îslamekî kurd tê zanîn.

Berhem ji aliyê lêkoler Shahab Vali û Erol Şaybak ve hatiye amadekirin.

**Nivîsara danasînê ya *Perîşanname*yê:**

Perîşanname, xaseten li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta ‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn. Pisporên edebiyata kurdî li ser cureya metnê û nasnameya muellifê wê, fikrên dûrî hev pêşkêş kiribin jî, heta roja îro nusxeyeka sehîh ji berhemê nehatiye belavkirin.

Li gor tarîxa nivîsîna berhemê û çavkaniyên berdest, Perîşanname di sedsala 9ê koçî ango di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn û kevntirîn mesnewiya bi zimanê kurdî ye ku heta niha gihiştîye destên me. Berhem, bi temamî pabendê baweriya ‘Mezheba Şî’a’ ye û muellifê wê Mela Perîşan, şeyxul îslamekî kurd e. Naveroka Perîşannameyê bi gelek bûyer û temayên sereke ji tarîxa dînê Îslamê, nemaze li ser îsbatkirina heqaniyet û welayeta zavayê pêxember, xelîfeyê çarem ‘Elî bin Ebû Talib hatiye dariştin.

Di gel hejmara zêde ya nusxeyên berhemê, heta niha bi şerh û şiroveyeke qanehker nusxeyeke kamil nehatiye çapkirin. Ev xebata li ber destê we, danasîn, şirove û ronkirinek e li ser hezar beytên Perîşannameyê ku berhemeka yekane ye ji gencîneya veşartî ya edebiyata kurdî ya klasîk.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/F7vFqNUWMAAdtJG.jpg)