> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Darayê ‘112 Hesp û Xezelek’ çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-daraye-112-hesp-u-xezelek-cap-kir/
- Published: 2023-10-07T08:13:42.000Z
- Updated: 2023-10-07T08:13:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 112 Hesp û Xezelek, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, pirtukakurdi, selim temo, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Weşanên Darayê berhema *112 Hesp û Xezelek* ya Selîm Temo çap kir.

Selîm Temo, du sal piştî çapa *Pûnga li Bajêr* bi pirtûkeka nû ya helbestan hat pêşberî xwîneran.

Temoyî, çavkanîya xwe ya nivîsînê ji hespên dîrok û çanda kurdan girtîye.

Temo di pirtûka xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne. Berhem ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî 1.094 riste ne.

112 helbest, her yek ji van ji panzdeh risteyan pêk tê. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê.

**Nivîsara danasînê ya 112 Hesp û Xezelekê:**

Di pirtûka *112 Hesp û Xezelek* de hesp transandantal in. Hem rabirdûyê dibînin hem dahatûyê. Her yek xwedî karakterek cuda ye, bi zar û teqleka cuda ji hev diaxive. Her helbest hewl dide ku xwe bigihîne metn û mijarên sereke yên wêje û felsefeyê. Temo di pirtûkê de hespan wek nijadeka pîroz û esîl dibîne û xwe wek berdevkê wan terîf dike. Di her helbestê de çîrok an bûyera hespa/ê diaxive tê de bi çavê hespan tê vegotin ku mirov dikare bibêje hest û boçûna li pêş, dekonstruksiyon e. Dîtin û gotin ji çav û devên mirovan derdikeve û digîhîje çav û devên hespan.

Di van helbestan de ku pala xwe dane eko-poetîkayê hêma, şibandin, deng, xeyal û afirîn her helbestê dike resîtalek. Ev resîtal komî ser hev dibin û senfoniyeka ji hinava poetîkayê diafirînin. Di vê semfoniyê de Kurdî dibiriske û ruhê wêrek, kûr, xwebawer û xwemalî yê çanda Kurdî di devê hespên di demê de raketî bi ziman dikeve.

Li ser rûpelê kunyeya pirtûka *112 Hesp û Xezelek*ê navê Cumhur Ölmez wek edîtor dixuye. Berga pirtûkê ji aliyê Sadık Hangül ve hatiye çêkirin. Di beşa “Spasî”yê de navên nêzîkê sed nivîskar û kesan derbas dibin ku keda wan ketiye vê pirtûkê.

*112 Hesp û Xezelek* a ji Weşanên Darayê derçûye, li bendê ye ku di dest û ruhê xwîneran de bide çargaviyan.

**Helbesta li ser bergê berhemê:**

vejiyam, min şairekî bêwar hilbijart wek deng û siwarî  
min her şev hevalhespên xwe şandin xewna wî ku bêjin  
em ne neynika însên in û ti şehîn careka din dubare nabe  
ku îro hemû hesp girtî bin, naxwe me daye cizayê sûcekî