> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên DOZê 'Hestname' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-doze-hestname-cap-kir/
- Published: 2024-06-10T08:37:58.000Z
- Updated: 2024-06-10T08:37:58.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, Doz, kitêba nû, Kurd, Kurdî, Rojnameger, weşanên dozê, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanên Dozê kitêbeka nû çap û belav kir.

Berhema nû ya nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Bayram Ayaz a bi navê Hestname ji hêla Weşanên DOZê ve hat çapkirin.

Berhema ku ji helbestên Ayaz pêktên 399 rûpel e û ji hêla Ceylan Matbaacılıkê ve li Stenbolê çap bûye.

Pêşgotina kitêbê ji alîyê Eskerê Boyik ve hatîye nivîsîn.

**Beşek ji pêşgotina kitêbê:**

Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê:

Dayîka min a dilovan,

Belkî ez û tu hevdu nebînin.

Ger... hetanî şerê me serket,

Ku me dijmin ji welat derxist,

Serê berdevkên wan pelaxt.

Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê,

Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan,

Tu jî li rêza şervanan bigere,

Di wê roja şahî û bendewar da...

...Ger te ez nedîtim,

Divê tu negirî û nelûrînî.

Dilşah û bextewar bî.

...Bila ew çax dayîkên şehîdan,

Laçikên reş ji serên xwe bavêjin,

Şarên spî girêdin,

Kincên rengîn li xwe kin.

Ji bo ku welatê me azad bûye.

Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye,

û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet,

Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî...