> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Lîsê 'Evîndarên Franz K.' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-lise-evindaren-franz-k-cap-kir/
- Published: 2024-02-19T07:02:39.000Z
- Updated: 2024-02-19T07:02:39.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanên Lîsê romana Burhan Sönmez ya bi navê *Evîndarên Franz K.* çap kir.

Nivîskar Burhan Sönmez piştî wextekî dirêj û çendîn berhemên bi tirkî yekem romana xwe ya bi kurdî nivîsî.

Di romanê da serborîyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbolê, Parîsê û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên sîyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin.

Heta niha kitêbên Burhan Sönmezî li 30 welatan hatine wergêran û ew hêjayî wergirtina çendîn xelatên navneteweyî hatîye dîtin.

Burhan Sönmez Serokê PENa Navneteweyî ya Cîhanê ye.

**Nivîsara Berhemê**

Burhan Sönmez bi romana xwe ya nû “Evîndarên Franz K.” yekem car derdikeve pêş xwînerên Kurdî. Serborîyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbolê, Parîsê û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên sîyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin. Sönmez ji bergehên cuda evîndarîya ji bo Franz Kafka dinirxîne, paradoksa dilsozî û dostanîyê û azwerîya navdarî û nemirbûnê rûberî hev dike. “Evîndarên Franz K.” çîroka xwe bi dîyalogan vedibêje û bi paratekstan jî dupat dike û bi vê taybetmendîya xwe jî azmûneke cihêreng a xwendinê pêşkêşî romana Kurdî dike.