> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Nûbiharê kitêba "Miradê Kinê" çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-nubihare-kiteba-mirade-kine-cap-kir/
- Published: 2024-08-13T08:31:38.000Z
- Updated: 2024-08-13T08:31:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Amed, DIYARBEKIR, Kurdî, miradê kinê, nûbihar, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanên Nûbiharê kitêba Miradê Kinê çap kir û belav kir.

Kitêb danasînek e li ser jîyan û berhemên Miradê Kinê.

Miradê Kinê stranbêj û dîwangerekî ji Batmanê ye. Ew wekî 'Mîrê Ribabê' jî tê nasîn li nav xelkê.

Berhem ji alîyê Hurşît Baran Mendeş ve hatîye amadekirin.

**Danasîna Kitêbê**

Herêma Torê; cihê dîn, milet û şaristanîyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengîya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.  
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjîyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjîyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîta xwe, geh dilê xelqê xemgîn kirîye, geh jî şengîn kirîye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzekî nû û cîyawaz afirandîye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.  
Miradê Kinê, hem gula dîwan û civatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.  
Vêca ev kitêba li ber destê we li ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jîyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.