> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên Pallê 'Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-palle-gava-pezkoviyek-li-new-yorke-be-kustin-cap-kir/
- Published: 2024-05-13T11:05:21.000Z
- Updated: 2024-05-13T11:05:21.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, 2024, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, pall, pall weşan, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Weşanên Pallê romana bi navê *Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê* *Kuştin* çap kir û belav kir.

Romana ewil a Kamuran Çakır bi navê *Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê* *Kuştin* ji Pall Weşanê derçû. Ev roman, 10emîn kitêba Pall Weşanê ye.

**Nivîsara Berhemê:**

*“Bajarekî ku her sibeh bi bêhna mîzê xwe dişo, lê dîsa jî ti tiştî ji serbilindiya xwe kêm nake. Erê, ev bajar New York e!”*

Nivîskarek ji Kurdistanê tê New Yorkê û dixwaze romaneke bi stîla vê deverê binivîse. Romana wî diçe ber destê Jacklina yek ji edîtora herî navdar a New Yorkê, lê ew romanê li wî vedigerîne û berê wî dide Mîr Thomas. Mîr Thomasê ku mamosteyê wêjeya berawirdî û kurê Jacklinê ye, berê wî dide hin kesên din. Nivîskarê ku di rêwîtiya xwe ya romannivîsînê de rastî gelek kes û bûyerên ecêb tê, li dû Mîr Thomas diçe heta Hewlêrê û xwe di nav aloziyekê de dibîne: Harry Powell û çar zilamên xwe yên reşpêçayî jî li dû wan in û dixwazin Pirtûka Sêhrbazan a Mîr Thomas peyda bikin. Gelo Pirtûka Sêhrbazan li ku ye?

Romana ewil a Kamuran Çakır, *Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin*, bi çîrok û şêwaza xwe ya keyfbexş di nav xeteke xumam a rastî û xeyalê de şopa kuştinekê digerîne.

**Kamuran Çakır Kî ye?**

Di sala 1982yan de li Aydinê ji dawa dêya xwe ketiye. Zanîngeha Pamukkaleyê, beşa aboriyê qedandiye. Niha li New Yorkê dijî. Tenê hez ji roman, fîlm, jazz û rêwîtiyê dike. Ligel roman û çîrokan, ceribînan jî dinivîse. *Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê Kuştin*, romana wî ya ewil a çapkirî ye.