> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanên SZKyê berhema "Rêzimana Kurmancî" derxist
- URL: https://www.botantimes.com/wesanen-szkye-berhema-rezimana-kurmanci-derxist/
- Published: 2023-10-21T06:49:46.000Z
- Updated: 2023-10-21T06:49:46.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Ferhad Mûsa, Kurd, Kurdî, Qamişlo, rêzimana kurmancî, szk, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Sazîya Zimanê Kurdî berhema "Rêzimana Kurmancî" derxist.

"Rêzimana Kurmancî" berhema pêşîn ya weşanên SZKyê ye ku ji hêla her du endamên SZKyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatîye amedekirin.

Weşanên SZKyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî diyar dike ku berhema "Rêzimana Kurmancî" ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watenasî, rastnivîsn û xalbendî.

> Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZKyê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike.  
>  
> Ji pêşgotina Rêzimana Kurmancîyê

Sazîya Zimanê Kurdî, ku navenda wê li bajarê Qamişloyê ye, ji 2019an ve bi xebatên zimannasîyê ra mijûl e.