> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanxaneya Nûbiharê du kitêbên helbestan weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/wesanxaneya-nubihare-du-kiteben-helbestan-wesandiye/
- Published: 2023-12-15T07:19:44.000Z
- Updated: 2023-12-15T07:19:44.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Weşanxaneya Nûbiharê du kitêbên helbestan weşandin.

Yek ji wan kitêban ya Cuma Ali Karamanî ye ku yekem kitêba wî ye. Vila Koyûn kitêbeke helbestan a bi zaravayê Zazakî ye.

**Helbestek ji kitêbê:**

*Deyîr ma derdûn' ma vonî*  
*Dêc ma z' deyîrûn' ma vonî*  
*Nezûn' hal' ma qet nêzonî*  
*Ma derd' xo pê deyîron vonî*  
  
*Vila koyûn, gula baxçon*  
*Tu ser ez bîya vayêr derdon*  
*Bê tu çew derdon mi nizon*  
*Bê tu dêrd xo çewî ra nivon*

**Cuma Ali Karaman kî ye?**

Cuma Ali Karaman 1960 di, dewa Qerebeganî Keydak (Kambertepe) di, ameyo dunya. Dibistan (mektebo verên) Keydak di wendo. 1973 di Pali di yew medresa di dest bi perwerdeyo dînî kerdo. 1973 ra heta 1980yî cîya-cîya medresûn di tedrîsato dînî dîyo. Pali (1973-1976), Dîyarbekir (Silîvan û Mîralîon) (1976-1977), Pali (1977-1978), Tûx (Tatvan) (1978-1979), Mûş (1979-1980). Yew aşm Erzurum di keyeyî Şêx Selheddînî di perwerde bîyo. Teber ra kewto îmtîhanûn û dîplomaya Îmam-Xetîbî yê Xarpêtî girota. Dûrî ra (uzaktan eğitim) îlahîyatî ser o wendo. Cuma Ali Karaman nika Swêd di cuwîyeno, zewecnayo, di kêney û yew lacî ey estî. Vila Koyûn eserî Cuma Ali Karamanî o verên o. Cûma Alî Karaman vano:  

Kitêba duyem ya ku ji weşanxaneya Nûbiharê derketîya ya Welat Dilken e.

**Helbestek ji kitêbê:**

**41+1**

*welat dilken*

*çilê zarokan jî heye, yê miriyan jî…*

*her wiha, çilê matematîkê jî*

*lê jimara min ne çil, çil û yek e*

*jimara li pêş her çil î; çil û yekê emrê min;*

*berî wê tu jimaran nizanim, mesela 39-40 qet nayên bîra min*

*lêbelê aniha dizanim; çil û yekê min bi evîn ketiye rê*

*daye pey çil û du saliya te*

**Welat Dilken kî ye?**

Helbestkar û nivîskar, di bihara 1975an de, li gundê Dolê yê bi ser bajarê Semsûrê ye ji dayik bûye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Tîrêj, Çirûsk, W û di malperên Kurdî de hatine weşandin. Şanonameya wî ya bi navê ‘Derba Li Piştê’ wekî texst di kovara Dilopê de hatiye belavkirin. Wî demekê di rojnameya Evropres û malpera Diyarnameyê de qunciknûserî kiriye. Welat Dilken di pêşbirkên wêjeyî yên helbest û çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyn Sagniç de di beşên helbestan de xelat wergirtine.

Berhemên wî: Ken Deyndarê me Em Deyndarê Girî ne, Helbest, 2006, Sî bi Rojê Xweşik e, Helbest, 2009, Şeva Dawî, Roman, 2011, 29 Kul 29 Gul, Helbest, 2012, Siya Derizî, Helbest, 2012, Neynik û Hine, Helbest, 2013, Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, 2016, Kevir û Tiştên Din, Helbest, 2017, Orijînîa, Çîrokên Mînîmal, 2019\. Wergerên wî: Me Herî Pir ji Helbestkaran Bawer kir, Helbest 2016