> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanxaneya Nûbiharê 'Lalezar' çap kir
- URL: https://www.botantimes.com/wesanxaneya-nubihare-lalezar-cap-kir/
- Published: 2023-09-29T09:52:05.000Z
- Updated: 2023-09-29T09:52:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, lalezar, nûbihar, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

*Lalezar* ji alîyê weşanxaneya *Nû*biharê ve hate çapkirin û belavkirin.

Kitêb ji alîyê Mela Husnî Hezînî ve hatiye amadekirin ku cureyê wê înşa ye.

**Beşek ji nîvîsara kitêbê**

Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya *Lalezar*ê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/09/Lalezar-1.png)