> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Weşanxaneyên kurdan li fuarê herî zêde kîjan kitêb firotin
- URL: https://www.botantimes.com/wesanxaneyen-kurdan-li-fuare-heri-zede-kijan-kiteb-firotin/
- Published: 2023-12-25T09:27:15.000Z
- Updated: 2023-12-25T09:27:15.000Z
- Author: Engin Ölmez
- Tags: Hevpeyvîn, Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

*Odeya Tîcaret* û Sanayîyê ya *Dîyarbekirê* û Fuarvanîya Eylülê li Navenda Fuar û Kongreya Mezopotamyayê 16-24ê Berfanbarê *Fuara Kitêban ya Mezopotamyayê* li dar xist.

Fuara Amedê 9 rojan berdewam kir. Eleqeyeka gelek baş hebû ku weşanxaneyên beşdar bûne razîbûna xwe bo beşdarîya fuarê anîne ziman. Nava hefteyê her çiqas li gorî dawîya hefteyê beşdarî kêm bûbe jî bi giştî beşdarîyeka gelek mezin hate kirin. Li gorî daneyên Odeya Senayî û Bazirganîyê (DTSO) li ser hesaba xwe ya Xê belav kirine 510 hezar û 756 kes beşdar bûne.

Di çaraçoveya fuarê da çalakîyên wekî, rojên îmzeyan, konsert, panel û hwd hatin li dar xistin. Nêzîkî 28-30 weşanxaneyê kurdan di fuarê da cih girtin.

Weşanxaneyên tematîk jî hebûn ku tenê weşana wan li ser cureyekî kitêban disekinî ku wekî nimûne jî mirov dikare weşanên Morî (zarok) û Wardozê (folklor) destnîşan bike.

16 weşanxaneyan bo Botan Timesê du kitêbên xwe yên herî zêde hatine firotin destnîşan kirin.

**Pall Weşan**

Vehêl Mihsin: Orgazmên Ejdehayekî

Qasim Pîro: Lerz

**Weşanên Rûpelê**

Zinarê Xamo: Hebû Tunebû

Hecîyê Cindî: Hîkayetêd Cimaeta Kurda (ji 6 cildan pêk tê)

**Nûbihar**

Îbnu’l-Ezreqê Fariqî: Tarîxa meyafarqînê

Salih Cemal: Ingiliz ve Fransız Arşiv Belgeleriyle Şeyh Said Hareketi

**Aryen**

Menaf Osman: Sol,

Ertuğrul Mavioğlu: Bakur Notları

**Doz**

Mehrdad R. Izady: Kürtler Bir El Kitabı

Mesud Barzanî: Barzani ve Kürt Ulusal Hareketi ( ji sê cildan pêk tê)

**Zîz**

Mehmet Dicle: Berfa sor

Şêxo Fîlîk: Roja Nehşemê

**Vate**

Umer Barasî: Dijeyê Pistanan

Bedrîye Topaç: Binefş

**Wardoz**

Hisên Kemal: Term

Bahoz Baran: Rik

**Dara**

Metin Aktaş: Nişancı,

Seid Veroj: Kurdistan (1919 – 1920)

**Aram**

Mizgîn Ronak: Kirasê heyvê

Cihan Özyıldız: İki Cihan Arasında Kürt Vurgunu

**Sîtav**

Wasfi Ak: Destan û Stranên Kurdî

Nezîr Ocek: Dîn û Mîtolojî

**Peywend**

Temerxanê Yazici: Mîrnameyê Hekaryan

**Ma music**

Brusk Zanganeh: Metoda Kemanê

**Weqfa Mezopotamyayê**

Tahırhan Aydın, Abdurrhaman Adak, Zülküf Ergün, Mikail Bülbül: Kurdîzan - 1 (Pirtûka Dersê - Pirtûka Xebatê)

Komxebat: Folklora me

**Lîs – Cervantes**

Erebê Şemo: Şivanê Kurmanca

Dilawer Zeraq: Şador

**Avesta**

Li Avestayê herî zêde di van kategorîyan da kitêb hatine firotin (Edebîyata kurdî, Kurdolojî, Lêkolînên Kurdî)