> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wesayîta zirxkirî li zarokeka biçûk xistiye
- URL: https://www.botantimes.com/wesayita-zirxkiri-disa-li-zarokeka-bicuk-xistiye/
- Published: 2021-10-21T09:11:53.000Z
- Updated: 2021-10-21T09:11:53.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Akrep, Riha, wêranşar, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Hat ragihandin ku li Wêranşarê wesayîta zirxkirî li zarokeka 5 salî dema ku dixwest kuçeyê derbas bike xistiye.

Li Taxa Kişlayê ya Navçeya Wêranşara Rihayê wesayîta zirxkirî ya tîpa Akrpê li zarokeka 5 salî xistiye û bi giranî birîndar kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wesayîtê di saetên nîvroyê de li zarokê xistiye û piştre birine Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Li gorî dîmenên kamerayên ewlekariyê yên ku li nizîkî cihê bûyerê ne, zarok di bin wesayîta zirxpoş de dimîne û wesayît lingên zarokê dieciqîne.

Apê zaroka 5 salî derbarê bûyerê de zanyarî daye û ragihandiye ku ew sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê ya Rihayê kirine.

Li gor agahîyên dawî metirsîya jiyanê ya zarokê derbas bûye.