> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wezaretê der heqê mamoste Hudaî Morsumbul da lêpirsîn da destpêkirin
- URL: https://www.botantimes.com/wezarete-der-heqe-mamoste-hudai-morsumbul-da-lepirsin-da-destpekirin/
- Published: 2023-04-11T19:39:14.000Z
- Updated: 2023-04-11T19:39:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Derbarê mamosteyê Kurd Hudai Morsumbul da bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” kiriye lêpirsîn hate destpêkirin û daxwaza ji kar dûrxistina wî tê kirin.

Wezareta Perwerdehîyê ji ber parvekirinên Morsumbul yên li ser Twitterê lêpirsîn daye dest pêkirin.

Tê îddîa kirin ku mamosteyê Kurd propagandaya PKKê dike û dewletê reş dike, herwiha derfetên dewletê bo piştgiriya rêxistinên terorê bikar tîne.”

Morsumbul li ser hesabê xwe yê Twitterê belgeya lêpirsînê parve kir û bi Zazakî nivîsiye:

> Ez kurd a. Terorist nîya. Ziwanê mi kurdî yo. Ziwanê terorî nîyo. Tarixa kurdan tarîxa terorîstan nîyo. Ala Kurdan Ala terorîstan nîyo.

Mamosteyê Morsumbûl beriya niha li navçeya Akdeniza Mêrsînê li dibistaneke de mamosteyê Tirkî bû.

Lê ji ber ku di dersên xwe da bi xwendekaran ra bi Kurdî axivîbû û beşdarî kampanyayên dersên bijarde yên Kurdî bûbû derbarê wî da lêpirsîn hatibû destpêkirin û cezayê pereyan lê hatibû birîn.

Her wiha sirgunê Çewliga Bakurê Kurdistanê hatibû kirin.