> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Wezîrên derve yên Frensa û Almanyayê li Şamê bi Şeraa re hev dîtine - FRANCE 24
- URL: https://www.botantimes.com/weziren-derve-yen-frensa-u-almanyaye-li-same-bi-seraa-re-hev-ditine-france-24/
- Published: 2025-01-03T13:18:07.000Z
- Updated: 2025-01-03T13:18:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Cîhan, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Wezîrên derve yên Frensa û Almanyayê Jean-Noël Barrot û Annalena Baerbock di 3yê Kanûna paşiyê ya sala 2024ê de li Şamê bi serokê nû yê Sûrîyeyê Ahmed el-Şeraa re hevdîtin pêk anîne.

## Baerbock destê aştîyê dirêj kir - FRANCE 24

Wezîra derve ya Almanî Baerbock dîyar kiriye ku ew bi destê dirêjkirî hatiye Sûrîyeyê. Wê got ku armanca wan ew e ku Sûrîye careka dî bibe endameka rêzdar a civaka navneteweyî. Herwiha wê daxwaz ji rêveberîya nû kiriye ku ji tolhildanê dûr bisekine.

## Wezîran girtîgeha Seydnaya zîyaret kir - AFP

Barrot û Baerbock di destpêka serdana xwe de çûne girtîgeha Seydnayayê. Berevanên Spî ew li girtîgehê gerandine. Di dema serdanê de qawîş û zîndanên bin erdê dîtine. Li gor agahîyan, dema ku çekdarên opozîsyonê di 8ê Kanûna pêşiyê de ketin Şamê, zêdetirî 4 hezar kesî ji girtîgehê hatine berdan.

## Rêveberîya nû bernameya dibistanan guherand - Reuters

Rêveberîya nû ya Sûrîyeyê di bernameya perwerdeyê de guhertin pêk anîne. Helbestên li ser jinan û evînê ji pirtûkan derxistine. Di dersên dîroka kevnar de behsa "Xwedayan" rakirine. Sirûda neteweyî ji pirtûkên dibistanan derxistine û gotina "canê xwe ji bo welatî feda bike" bi gotina "canê xwe ji bo Xwedê feda bike" guherandine.

Çavkanî: Botan Times FRANCE 24 AFP Reuters