> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Xwîn, tif, mîz, pîsî, rondik, avik…
- URL: https://www.botantimes.com/xwin-tif-miz-pisi-rondik-avik/
- Published: 2025-01-01T16:00:41.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:23:27.000Z
- Author: Şener Ozmen
- Tags: Hilbijartîyên Edîtoran, Nivîskar, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

***Chiris Ofili*, ji rêxa fîlekî *Meryema Pîrozwer a Xama, Andres Serrano*, ji gûyê xwe ‘xweportre’yek, her weha *Piero Manzoni* jîji gûyê xwe rêzekonserve, hunermend *Marc Quinn*, ji xwîna xwe portreyek çêkiribû, belam şilemeniyên hunermendên “nêr”, temet şilemeniyên hunermendên “mê”, navdar nedibûn. Aya hunermend çima dev ji kereseyên xwe yên gerdîşî berdabûn? Çima xwestibûn –û hewl dabûn– wekî sînorên şêwekariyê û hunerê veguherînin? Yeqîn hunermend mafdar bûn, bi her kereseyê huner dihate kirin, çima bi şilemeniyên laşî nedihat kirin?**

**\*\*\***

“Genç Etkinlik”, di sala 1995an de bi pêşniyara Hüsamettin Koçanî hatibû pejirandin, ku Koçan, hingê serokê UPSDyê (Uluslararası Plastik Sanatlar Derneği) bû. Wek armanc jî, navdîsiplînerî û azadiya derbirînê danîbû pêşiya xwe, ango sansûr tunebû ne jî sînordarkirina berhem û bîr û boçûnan. Lewre, licneyeke helbijêr jî tunebû, gelek hunermendên hevçerx ku îro hîn jî çalak in, yekem car di “Genç Etkinlik”an de berhemên xwe nîşan dabûn. Di salên 1980-1990an de (li Stenbolê), ji bo hunermendekî/ê ciwan tişta herî zehmet, beşdariya li pêşangehekê bû, galeriyên serbixwe hem kêm bûn hem jî –yên heyî– bi tu awayî cî nedidan hunermendên ciwan yên ku hîn tu karîyer ava nekiribûn. *Genç Etkinlik* ne bi tenê derfetek bû, bi dirêjahiya rêzeçalakiyên xwe, di hunera hevçerx de, hişmendiyeke hunermendiyê jî ava kiribû, *Komeleya Hunermendên Ciwan ên Navdîsîplînî* (DAGS, Disiplinlerarası Genç Sanatçılar Derneği) wisa ava bûbû û ez jî bibûm endamek ji endamên komeleyê. Di sala 1996an de –hîn li zankoyê bûm– bi hunermend Halil Altındereyî re beşdarî *Genç Etkinlik*’a duyemîn bibûm; konsept jî wek *Territory-Deterritorialization* hatibû danan û hêwanên TÜYAPê ji bo van çalakiyan hatibû veqetandin. Konsepta sêyemîn “Kaos” bû, bi peykersaz Volkan Demirî re me enstelasyonek pêk anîbû. Di a çaran de, wek endamekî lijneya şêwirmend hatibûm helbijartin, belam neçûbûm. Piştî Bedri Baykamî (ango piştî ku B.B. bibû serokê UPSDyê), êdî tu têkiliya me bi komeleyê re nemabû. Digel ku serenavê çalakiyê wek “Azadî-Ji nû ve!” hatibû danan jî, *Genç Etkinlik-5* bibû qurbanê siyaseteke Kemalîst.

Gelek hunermendên kurd beşdarî li “Genç Etkinlik”an dikirin ku yek ji wan jî, *Jûjin* bû, *Jûjin* bes performansek li dar xistibû, di tengejûreke de ya ku li hêwana TÜYAPê hatibû amadekirin, şilfîtazî bû û li bendê bû ku xwîn jê biçe, ango *regl* bibe. Bibû jî! Sernavê performasê, bi wergereke şaş, “Serê Mehê” hatibû danîn û wisa jî hatibû bilêvkirin. Nav jî şaş bû; xwestibû ku bibe “kirpi-kadın”, belam bibû “kirpi-yaşam”, ango *jû-jîn*! *Jû-jîn* jî enteresan bû. Piştî vê performansê *Jûjin*, di warê hunerê de tu tiştekî din li dar nexistibû, dev ji hunerê berdabû û kes nedizanî bê kî ye û çi kes e. Hew mehika wê mabû ya ku cihê xwe di hunera hevçerx a tirkan û di hunera performansê de dîtibû. Jineke kurd bi performasekê, li Tirkîyeyê bibû pêşewaya hunera performansê, ev besî wan bû!

Lêbelê *xwîn, tif, mîz, pîsî, rondik, avik*, kurt û kurmancî şilemeniyên laşî, ne mijarên nû bûn wekî ji nû ve bên kifşkirinê. *Hunera Abject* (Hunera Kirêtiyê), piştî kitêba *Julia Kristeva*yê (Korkunun Güçleri: İğrençlik Üzerine Deneme) **\[1\]**, jixwe di rojeva hunermend û kuratoran de bû, nêzîktêdayînek bû xasma jî di hunera nûjen de û wek hunereke deradetî û acizker derketibû pêş, dêhn û bala xwe dabû mijarine seyr yên ku hem di civakê de hem jî di hunerê de wek tabûyan dihatine dîtin. Armanc ew bû ku bîneran ji cih û warên wan yên bi konfor derxîne û wan rûbirûyî kêşeyên bûneweriyê bike. Şikestinbariya laşî, wek ku Kristeva jî di kitêbê de digot; “…ne qirêjî yan nexweşî bû…”, *kirêtî* “ew tişt bû ku nasnameyekê, pergalekê aciz dikir.” Lewre kirêtî, sînor nas nedikir, rêz li derawa û şert û mercan nedigirt, di navberê de asê mabû, bi xumam û têkel bû. Li gor bîr û boçûnên *Kristeva*yê, *term* (qelex), sembola dawîn a kirêtiyê bû, dejenerebûna têrm jî me ji neçarî dipejirand, “… term, mirina ku jiyanê enfekte dike” bû, bêyomiya xeyalî û gefa rasteqîn, gazî me dikir û dawiya dawî, bi derbekê re em dixwarin.

Hunermenda kurd *Zehra Doğan* jî, piştî salan di nîgarên xwe de xwîna xwe (xwîna mehikiyê) wek kereseyeke şêwekariyê bi kar anî bû û ev helwêst, di derdorên hunerê de di ser “têkoşîna jinê” re hatibû nirxandin. Bêgûman xwîneke rastîn, dê ji hemû hêma û nîgaşên hevçerx yên hunerê, karîgertir bûya.

Ma bi tenê hunermendên jin?

*Chiris Ofili*, ji rêxa fîlekî *Meryema Pîrozwer a Xama, Andres Serrano*, ji gûyê xwe ‘xweportre’yek, her weha *Piero Manzoni* jîji gûyê xwe rêzekonserve, hunermend *Marc Quinn*, ji xwîna xwe portreyek çêkiribû, belam şilemeniyên hunermendên “nêr”, temet şilemeniyên hunermendên “mê”, navdar nedibûn. Aya hunermend çima dev ji kereseyên xwe yên gerdîşî berdabûn? Çima xwestibûn –û hewl dabûn– wekî sînorên şêwekariyê û hunerê veguherînin? Yeqîn hunermend mafdar bûn, bi her kereseyê huner dihate kirin, çima bi şilemeniyên laşî nedihat kirin?

Hunerên bedew!?

Ew çi ye!?

Di hunerê de xwîn, pîsî, gemarî, rîx, gû, tev ji bo kerixîna ji hunerê tên bikaranîn. Tev jî organîk in, aya çima em ji tiştên organîk dikerixin!? Ma ne ev jî qeyraneke bûneweriyê te? Qet nebe psîkanalîz vê yekê di ser *kirde* û *camid*ê re rapêşî me dike, loma em ji *Jacques Lacan* hez dikin. Ji kerema xwe dev ji peyva “bedewê” berdin, dev ji vê îdeolojiya bedewiyê jî berdin! Qada xwe a hişî li ser konforê ava mekin!

Çi digot *Camus*, “Heke dinya zelal bûya, huner jî nedibû…”, piştî salan Marina Abramović, berevajî gotinên *Camus*, digot; “Divê huner xweşik be, her weha hunermend jî.”

Herçî ez im, min bawerî bi hunerê nîne!

**Çavkanî**

**\[1\]** *Powers of Horror: An Essay on Abjection* (1980), *Korkunun Güçleri: İğrençlik Üzerine Deneme*, ji fransî: Nilgün Tutal, Ayrıntı, Çapa Yekan: 2004, Çapa Duduyan: 2014.