> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 'Tirş û Tehl'a Batmanîyan Diyarbekirî kenandin
- URL: https://www.botantimes.com/yek-ji-stand-upe-bi-kurdi-tirs-u-tehl/
- Published: 2023-07-01T14:13:23.000Z
- Updated: 2023-07-01T14:13:23.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Bernameya stand-upê ya bi navê *Tirş û Tehl* li hewşa Kafeya Taş Mahalê, li Diyarbekirê hat lidarxistin.

Stand-upa *Tirş û Tehl*ê, bi mottoya "mîkrofon vekirî ye, sehne ya we ye" bernamayeka înternaktîf li dar xistin ku bîneran jî dikarîn daxilî bernameyê bibin û çîrok û meseleyên xwe yên mîzahî bibêjin.

Di stand-upa *Tirş û Tehlê* da beşdarvanên wekî Pelda Bal, Robîn Ozel, Serdar Bîçîmlî, Yakup Selîmoglû, Serhat Îş, Serhat Adîn, Rûmet Adîn, Firat Rûbar ji bo temaşevanan qala bîranînên xwe yên mîzahî kirin. Bername jî bi moderatorîya Kenan Demîr hat birêvebirin.

Ekîba *Tirş û Tehl* cara yekem e ku ji bilî Batmanê li bajarekî din, li Diyarbekirê, derkete pêşberî bîneran. Hewşa Taş Mahalê bi bîneran tije bû û car caran bîner jî daxilî bernameyê dibûn û behsa serpêhatiyên xwe yên trajîkomîk dikirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/nuce-2023-07-01T125235.567.jpg)

Ekîba Tirş û Tehl

Yek ji beşdarên şeva stand-upê Pelda Bal bû û bi awayekî mîzahî behsa bîranînên xwe kir. Pelda Bal, listîkvaneka şanoyê ye û beyan dike ku karê stand-up û şanogerîyê ji hev pir cûda ne.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/Ekran-Resmi-2023-07-01-16.47.31.png)

Pelda Bal

> Dinya li gorî her mirovî cûda ye. Çand, ziman cûda ye. Helbet ev kar hinek jî bi rojaneyê ve girêdayî ye û hindek rîskên wê jî hene. Tiştekî ku tu cîyekî dibêjî cûda, li cîyekî din cûdatir reaksîyonan dibîne. Hebûna min a vê komê hinek wisa dest pê kir. Yanî jinek jî li ser sehneyê xuya bike belkî temaşevan jê cesaret bigirin û werin ser sehneyê û serpêhatiyên xwe bibêjin.  
>  
> Pelda Bal

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/9075cdcb-8bb3-4002-8e6c-bf7d5e2bcfbd-1.jpg)

Wêne: Murat Aygun

> Ez li gor çavderîya xwe bibêjim dema kurdek çîrokekî guhdar dike belkî qala bavê xwe dike, bavê wî tê bîra wî yan jî qala çandinîyê dike, gundê wî tê bîra wî. Ji ber ku ruhen nêzî xwe hîs dike. Li gor min ev bername di vê hêlê da tiştekî xweş çêdike. Em dikarin êdî mîzaha xwe ava bikin. Ev bername dê ji nav me wan kesan derbixe.  
>  
> Pelda Bal

**"Meseleya me ne tenê ken e, em dixwazin rêyekê vekin"**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/nuce-2023-07-01T153558.958.jpg)

Firat Rûbar

Firat Rûbar, yek ji çîrokbêjê stand-upa *Tirş û Tehl*ê ye. Rûbar, derûnnasek e ku şeva stand-upê behsa çavdêriyan xwe yên derbarê bikaranîna nifşê nû yê medyaya civakî de kir.

> Em dixwazin vê çanda Open Mikeê bi zimanê kurdî berbelav bikin. Me jî bi wî awayî dest pê kir. Roj bi roj axaftina kurdî kêm dibe. Meseleya me ne tenê ken e, em dixwazin ji bo zimanê kurdî rêyekê vekin. Ev bername bi temaşevanan ra jî dewam dike. Ne zêde profesyonel e, ku em dixwazin piçekî wê rihê amatorîyê jî biparêzin. Ev bibe çalakîyek nîv-amator, derdê me piçek ev e.  
>  
> Firat Rûbar

"**Ev Tirş û Tehl ne ya tu kesî ye, ya me tevan e**."

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/nuce-2023-07-01T175345.846.jpg)

Robîn Ozel

Organîzator û yek ji beşdarê *Tirş û Tehl*ê Robîn Ozel jî dibêje ku bila temaşevanên me xwe baş hîs bikin û derkevin ser sehneyê.

> Bi rastî me kemasîyeka wisa di çanda kurdî da dît. Me ji hevalên xwe ra behsa wê kemasîyê kir û me xwest em vê valahîyê tije bikin. Em ne komedyen in û ne jî stand-upçî ne, lê belê em hewl didin ku yên stan-upên bîyanîyan temaşê bikin, bila me jî temaşe bikin. Em bi vî awayî fikirîn. Em tune bin jî, rojekê ev bername dê berdewam bike di nav kurdan da. Ev T*irş û Tehl* ne ya tu kesî ye, ya me tevan e.  
>  
> Robîn Ozel

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/ad580095-db9f-4d0b-a389-3bde9b21904f.jpg)

Wêne: Murat Aygun

Kolektîfa Saqoyê, li Batmanê di bin banê Batman Yeni Sahneyê de ava bûye. Bernameya *Tirş û Tehl* bi mottoya ji alîyê Amîdartê ve hat organîzekirin.