> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Yekemîn serokwezîra jin a Tûnisê ji wezifeyê hatiye girtin
- URL: https://www.botantimes.com/yekemin-serokwezira-jin-a-tunise-ji-wezifeye-hatiye-girtin/
- Published: 2023-08-03T07:18:11.000Z
- Updated: 2023-08-03T07:18:11.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokwezîra Tûnisê Necla Buden ji aliyê Serokkomar Seîdî ve ji wezîfeyê hatiye girtin.

Budena ku li şûna wê Ahmet Haçanî hatiye wezîfedarkirin yekemîn serokwezîra jin a civata ereban bû.

Di daxuyanîya ku ji aliyê serokkomar ve hate belavkirin, li ser sedema ji kar girtina Budenê tu tiştek nehatiye gotin.

Lê tê zanîn ku Bulden di demên dawî ji ber rewşa xirab ya aborîyê rexneyên xwe li hikûmetê zêde kirine.

Budena ku yekemîn serokwezîra jin a welat û di heman demê de ya cîhana ereban, piştî krîza 2021an da hatibû wezîfedarkirin.