> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Yeklo Diklo Dimbazê Şemso Quto Repazê
- URL: https://www.botantimes.com/yeklo-diklo-dimbaze-semso-quto-repaze/
- Published: 2023-06-08T14:53:55.000Z
- Updated: 2023-06-08T14:53:55.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

https://open.spotify.com/episode/0tyCK4nzpTng2RWZKOyVyo

Benedict Anderson yê ku serê xwe ser miletbûna miletan êşandiye, di kitaba xwe ya ser Fîlîpînan de hûrûkûr behsa meseleyên zimên dike.  
  
Andersonê sedsala 20an dibêje, ne wer dûr e, hîn çend salên berê Fîlîpînan zêde-zêde Latînî didan ser zimanê xwe û ji ewên ji derva re bi Almanî û Îngîlîzî û ji hev re jî bi Fransî, Îspanyolî yan jî bi Tagalogî dinivîsîn.  
  
Bi gotina Anderson be, li wî welatê Babîlkî, hinek Fîlîpînîyan hinekî Rûsî, Yunanî, Îtalyanî, Japonî û Çînî jî zanibûne.  
  
Hem di serê sedsala 20an de serok û rêberên Fîlîpînî bi nêrînên milî tevî ku ji Îspanyolan nefret dikirine jî Îspanyolî bûye zimanê ku wan pê dida û distandiye.  
  
Îspanyolî, statuyeka elît û heta radeyekê jî xayînî îşaret dikiriye, lê miletê Filîpînan li şûna bi dehan zimanên lokal ew ziman tercîh dikiriye.  
  
Mesela, di dawîya sedsela 19an re, zanayekî zimanên Fîlîpînan, Isabelo de los Reyes, kitaba folklorê *El folk-lore filipino* bi Îspanyolî nivîsîye û bi vê xebata xwe di 23 salîya xwe de xelat sitandiye.  
  
Ji vê kitabê, ji beşa *Muzîk, Stran û Dans* pasajeke êpêce enteresan neqil dike Benedict Anderson.  
  
*dal-lang aya daldal-lut*  
*dal-lang aya dumidinal-lot*  
  
Isabelo de los Reyes, dibêje, ''Eynî çawa tê gotin ez werga yazi dikim vê gotinê'', lê dibêje, ''ez nizanim ezê bi çi şeklî tercûme bikim vê'', heta dibêje, ''ez î bi xwe yî Îlokanoyî me, lê ez dîsa jî fehm nakim, bi min wer tê ku ti mehneya *dal-lang aya daldal-lut, dal-lang aya dumidinal-lot* tune.''  
  
Şor wer tê, ê min jî ji zarlixîya min ya Kurmancî ve *yeklo diklo dimbazê, şemso quto repazê* heye di qafê min de. Sed sal wextê min hebe seba tercûmeya vê, ez bi ser de bi sedan zimanan jî zanibim, texmîn nakim ku ezê kanibim, *yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê*, tam çerxa Tirkî bikim.  
  
Di kitabeka Anton Çexov de, nav *Sê Xwişk* e, yek dibêje ‘’A binêrin berf dibare, çi ye mehneya vê?’’ Berf û Çexov û *Sê Xwişk* dîsa li şûna xwe, li dera han, mehneya vê lê, *yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê*, ka careka din bêjim, *yeklo diklo dimbazê şemso quto repazê*.  
  
**Jêder:**  
  
**Anderson, Benedict: Üç Bayrak Altında - Anarşizm ve Sömürgecilik Karşıtı Tahayyül, Çeviren: Emine Bademcî, Metis Yayınları, 2007**  
  
**Anderson, Benedict: Hayali Cemaatler - Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması, Çeviren: İskender Savaşır, Metis Yayınları, 2023**  
  
**Çehov, Anton: Üç Kız Kardeş, Çeviren: Ataol Behramoğlu, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, 2022**