> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Yevgeny Prigozhinê ku li dijî Artêşa Rûsyayê serî hildaye kî ye?
- URL: https://www.botantimes.com/yevgeny-prigozhine-ku-li-diji-artesa-rusyaye-seri-hildaye-ki-ye/
- Published: 2023-06-24T14:26:45.000Z
- Updated: 2023-06-24T14:26:45.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Nûçe, Uncategorized, ZindîWagner, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ew sala 1961ê hatiye dinê. Yek ji olîgarşîkên Rûsyayê ye. Di zarokatiya xwe de du caran ji ber sextekarî û dizîyê hatiye girtin. 9 salan di girtîgehê de maye.

Dema ji girtîgehê derketî pêşiyê li kolan û caddeyan di tebleya xwe de wek xwarinçêkerê seyarî kar kiriye. Wî hingê "hot dog" firotine. Ticareta xwe mezin kiriye û bûye xwediyê xwaringehên mezin. (Çavkanî: New York Times)

Li xwaringeheka xwe serokê Rêsyayê Viladîmîr Pûtîn nas kiriye. Pêşiyê têkiliya wan germ bûye û paşê wî li qesra serokatîyê ya Kremlînê jî ji bo Pûtînî xwarin çêkiriye.

Wî bi riza û hevkarîya Pûtînî û artêşa Rûsyayê û îstixbaratê, Şirketa Leşkerî ya Wagnerê ava kiriye(Çavkanî: Del Spiegel).

Ev hêzên leşkerî wek "hêzên leşkerên kirêkirî" têne nasîn. Wagnerê, Sibata 2018ê ji bo çavkanîyeka petrolê kontrol bike li Rojavayê [bi hêzên kurdan re şer kiriye](https://en.wikipedia.org/wiki/Yevgeny%5FPrigozhin?ref=botantimes.com). (Çavkanî: Wikipedia)

Li Sûriye, Efrîqayê û Ukraynayê şer kiriye. Heta vê rûdana dawiyê ew yek ji mirovên herî nêzîkî Pûtînî bûye.