> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# YSK: Endamên baroyan nikarin bibin çavdêrên sindoqên hilbijartinê
- URL: https://www.botantimes.com/ysk-endamen-baroyan-nikarin-bibin-cavderen-sindoqen-hilbijartine/
- Published: 2023-05-13T08:20:10.000Z
- Updated: 2023-05-13T08:20:10.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) li ser serlêdana serokatîyên baroyên Mêrdîn û Êlihê biryar da ku serok û endamên baroyan li ser sindoqan nikarin wekî “çavdêr” kar bikin. Lê wekî dengderekî dikarin hejmartina dengan temaşe bikin û di çarçoveya yasayê da mafên xwe yên nerazîbûnê bikar bînin.

[Li gorî nûçeya Rudawê ](https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/13052023?ref=botantimes.com) Serokatîyên Baroyên Mêrdîn û Êlihê serlêdana YSKyê kiribûn ku ji bo di hilbijartinên 14ê Gulanê da serok û endamên baroyan li qadên dibistan û sindoqên dê dengê xwe bikar bînin bikaribin wek “çavdêr” cihê xwe bigirin.

YSKyê li ser serlêdana baroyan biryar da ye.

Li gorî yasaya di derbarê dengder û hikmên bingehîn ên hilbijartinan hatiye diyarkirin da, ev kes eşkere ne. Kesên ji partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîl nikarin bibin çavdêr.