> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# YSK: Ji %51.2yê sindoqan vebûn
- URL: https://www.botantimes.com/ysk-ji--51-2ye-sindoqan-vebun/
- Published: 2024-03-31T20:35:43.000Z
- Updated: 2024-03-31T20:35:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Serokê YSKyê Ahmet Yener da zanîn ku ji sedî 51.2yê sindoqan vebûne û da zanîn ku hatina daneyên encamên sindoqan berdewam in.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener derbarê encamên hilbijartinê da daxuyanî da çapemenîyê.

Yener da zanîn ku heta niha ji sedî 51.2yê sindoqan vebûne û herwiha dîyar kir ku hatina daneyên encamên sindoqan jî berdewam in.

Yener wiha got: “Encamên ku heta niha dîyar bûne ji hemû partîyên siyasî û gelê me re li ser xêrê be. Daxuyanîya me ya dawî ya îro bi vî awayî ye. Em dikarin sibê li gorî encaman nirxandineka giştî bikin.”