> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zana Farqînî li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/zana-farqini-li-botan-timese-ye-2/
- Published: 2023-06-18T14:20:43.000Z
- Updated: 2023-06-18T14:20:43.000Z
- Author: Zana Farqînî
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Lêkolîner û zimanzan Zana Farqînî dê her hefte ji bo Botan Timesê binivîse.

**Zana Farqînî kî ye?**

Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê "Rozerîn" de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina *Azadiya Welat* cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005'an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

**Berhemên wî:**

- Ferhenga Tirkî-Kurdî
- Ferhenga Kurdî-Tirkî
- Ferhenga Kurdî Tirkî **\-** Tirkî Kurdî
- Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)

**Xebatên kolektîf**

- Em Zimanê Kurdî Binasin
- Muzîka Sarayê ya Kurdî
- Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
- Rêbera Rastnivîsînê

#### Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:

- Mamosteyê Sêyemîn Xanî
- Rastiyên Destana Memê Alan
- Xanî û Newroz
- Xanî û Memzayên Wî