> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zarokekî Kurd ê 9 salî bi xwedina 500 pirtûkan xelat wergirtiye
- URL: https://www.botantimes.com/zarokeki-kurd-e-9-sali-bi-xwedina-500-pirtukan-xelat-wergirtiye/
- Published: 2023-05-25T07:45:45.000Z
- Updated: 2023-05-25T07:45:45.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Swêdê zarokekî 9 salî bi xwendina nêzîkî 500 pirtûkan xelata Xwendevanê Herî Baş ê Pirtûkan a Weqfa Pascal Engmanê wergirtiye.

Li gorî nûçeya Rudawê Sepenta Sarhadi (Serhedî) zarokekî Kurd e û bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li bajarê Eskilstuna yê Swêdê dijî. Wî heta niha nêzîkî 500 pirtûk xwendine.

Sazîya Pascal Engman 3 sal in hatiye avakirin. Ji bo sala 2023an Xelata Xwendevanê Herî Baş ê Pirtûkan da Sepenta Serhedî û bi vê yekê ew zarokê Kurd bû sêyemîn kesê ku li Swêdê ev xelat wergirtiye.