> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zarokên bênav yên erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/zaroken-benav-yen-erdheje/
- Published: 2023-02-16T12:32:54.000Z
- Updated: 2023-02-16T12:32:54.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, Amed, deprem, DIYARBEKIR, maraş, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kiriye ku 609 zarok piştî kontrola nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî nûçeya [BBC Tirkîyê ](https://www.bbc.com/turkce/articles/cv23p4dyn5do?ref=botantimes.com) Doktorê zarokan û di heman demê de Rêvebira Nexweşxaneya Bajarê Edeneyê Dr. Nurşah Keskîn dibêje:

> "Em dizanin ku ew zarok li ku ne û çawa hatine vir. Lê em hewl didin navnîşanekê bibînin. Lekolîn berdewam dike."  
>  
> BBC Tirkî Dr. Nurşah Keskîn

> Jiber ku li Nexweşxaneya bajêr a Edeneyê xisar çênebûye zarok anîne vir. Zarokên ji bajarên din hatine, li vir tên dermankirin.  
>  
> Li Îskenderûnê klînîkek zirarek mezin dîtiye. Ji ber vê sedemê zarokên ku nû ji dayik bûne jî şandine Nexweşxaneya Edeneyê.  
>  
> BBC Tirkî

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihandiye ku 1457 zarokên bêkes û 755 zarokên ku dermankirina wan didome hene.

Wezaretê diyar kiriye ku 93 zarok piştî dermankirinê girtine bin perpirsiyariya saziyê û 609 zarok jî piştî kontrola nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Wezaretê aşkere kiriye ku 1190 zarokên nasnameya wan diyar bûne û 267 zarokên ku nasnameya wan ne diyar in hene.