> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
- URL: https://www.botantimes.com/zerdest-haco-yekemin-xelata-mir-celadet-bedirxan-wergirt/
- Published: 2023-10-29T08:06:54.000Z
- Updated: 2023-10-29T08:06:54.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, celadet bedirxan, DIYARBEKIR, dr zerdeşt haco, Kurd, Kurdî, mir celadet bedirxan, xelata mir celadet bedirxan, zerdeşt haco, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Zimannas û nivîskarê Kurd Dr. Zerdeşt Haco yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirtîye.

Yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan bi merasîmekê li bajarê Dresdena Elmanyayê hat dayîn ku merasîm ji alîyê Foruma Elmanî-Kurdî ve hatîye lidarxistin.

Dr. Zerdeşt Haco zimanzanekî kurd e ku wî doktoraya xwe li Zanîngeha Berlînê ya Azad di warê zimannasî û zimanên Hînd û Îraniyê da kirîye.

Zerdeşt Haco ji ber kar, xebat û lêkolînên xwe yên di warê zimanê û edebîyata kurdî da hêjayî wergirtina yekemîn Xelata Mîr Celadet Bedirxan hatîye dîtin.

Li gorî nûçeya [Rûdaw](https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/28102023?ref=botantimes.com)ê Zerdeşt Haco gotîye ku "Te hin dît ku yek ji nişka ve hat û got em dê xelatê bidin te. Ev cihê şanezîyeke mezin e. Eger bên bibêjin me xebatên te li ber çavan girtine û me dîtîye tu vê têkoşînê dikî û em jî dixwazin te xelat bikin, bi taybetî xelata kesekî wekî Mîr Celadet Bedirxan ji bo min cihê şanezîyê ye."

**Zerdeşt Haco kî ye**

Zimanzan û nivîskar Zerdeşt Haco sala 1950yan hatîye dinyayê. Ew li Elmayayê dijî. Ew wextekî serokê PENa Kurd a Ewropayê bûye. Wî li Berlîn, Bremen û Hamburgê ders dane ku çendîn gotarên wî hatine çapkirin.