> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Amed - Zinarê Xamo kitêba xwe ya nû îmze kir
- URL: https://www.botantimes.com/zinare-xamo-kiteba-xwe-ya-nu-imze-kir/
- Published: 2024-04-19T15:12:34.000Z
- Updated: 2024-04-19T15:12:34.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Zinarê Xamo û malbata xwe îro mêvanên Botan Internationalê bûn û Xamo kitêba xwe ya nû ya bi navê *Rojnivîskên Sirgûnekî* bo civata hazir îmze kir.

Xamo piştî 10 salan, ji welatê Swêdê hate seredana welatê xwe.

Wî li ofîsa Botan Internationalê ligel xebatkarên Botan Times û çendîn mêvanan, behsa çendîn serborîyên xwe kir û civat gêra.

Kitêba dawî ya Xamoyî Rojnivîskên Sirgûnekî ji Weşanên Pall çap bûye

Xamo kitêba xwe ya nû Rojnivîskên Sirgûnekî bo hezkirî û xwînerên xwe yên hazir îmze kir.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/fddf7e95-6dfd-4aa2-9434-7ae09237e766-edited-scaled.jpg)

Wêne - Mehmet Ali Konar

Tê payîn ku Zinarê Xamo dê li Amed û çendîn bajarên din gotûbêjan li dar bixe ku tarîxa wan hêj nehatîye dîyarkirin û di demekî nêzîk da tarîxa gotûbêjan dê ji aliyê Weşanên Pallê ve bê dîyarkirin û ragihandin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/5b268ee4-9de1-48c7-899c-dbc2b31e0b42.jpg)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/5c7f8599-4c83-43f0-b08f-97237318b071-1.jpg)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/04/f204f202-0576-46fe-92d2-c39d9162e3fb.jpg)

**Zinarê Xamo kî ye?**

Di sala 1950î da li Wêranşara qezaya Rihayê hatiye dinê. Ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya ye. Bavê 4 zarokan e. Ji sala 1980î vir da ye li Swêdê dijî. Heta nuha sê kitêbên wî çap bûne. *Hindik Rindik*, *Hebû Tunebû*: *Antolojîya Çîrokên Zarokan*, *Stiriyên Me*. Û wergereke wî ji swêdî, *Bide Dû Dilê Xwe* ya Susanna Tamaro heye. Ji sala 1980î vir da di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsiye, di hinekan da jî (*Armanc*, *Berbang*, *Hêvî*, *Hêlîn*, *Netkurd*) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye. Di sala 1985an da demeke kin serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye û salekê jî serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kiriye. Ji sala 2007an vir da ye blogeke wî ya bi navê Hindik-Rindik heye. Zinarê Xamo blogerê kurmancî yê ewil e.