> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 21emîn ya erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-21emin-roja-erdheje/
- Published: 2023-02-26T07:12:14.000Z
- Updated: 2023-02-26T07:12:14.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, Nûçe, SERNÛÇE, deprem, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Erdhêja Mereşê 21 rojan li du xwe hişt.

Erdhêja ku 10 bajaran wêran kir heta niha 40 hezar zêdetirî mirov jîyana xwe ji dest da.

## Ji NYyê bo herêmên erdhêjê daxuyanî

> Rêveberê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî David Beasley, serdana Antakyayê kir.  
>  
> Beasley, di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de, tiştên ku wî li herêmê dît wekî "Kiyamet" binav kir.

## "1453 zarok radestî malbatên wan hatin kirin"

> Wezareta Malbat di derbarê zarokên piştî erdhêjê bêkes mane daxuyanî belavkir.  
>  
> Wezaret di derbarê wan zarokan de van daneyan parve kir;  
>  
> "1900 zarokên me yên bêkesên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin.  
> 1453 zarok radestî malbatên wan hatin kirin, 108 zarok jî li stargehan e.   
> Pêvajoya tedawiya 339 zarokên me tê şopandin.  
> 1817 zarokên me yên nasname û 83 zarokên me jî ne diyar in."

## Rapora erdhejê: Li 3 bajaran rîsk zêde ye

> Akademîsyenên Beşa Endezyariya Jeofîzîkê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Dokuz Eylûlê li ser erdhêja Mereşê rapora xwe ya destpêkê aşkere kirin.  
>  
> Di raporê de hat destnîşankirin ku xetereya erdhejê li Semsûr, Meletî û derdora wê û li Dîlokê û derdora wê bilind e.

## Piştî erdhejê 184 kes hatin binçavkirin

> Di encama lêpirsînên ku piştî erdheja Mereşê hatin destpêkirin de, hat ragihandin ku 184 kes hatine binçavkirin.

## Erdhêjên biçûk dê berdewam bikin

> Prof. Dr. Şukru Ersoy got, "Hejmara erdhejên ku diviyabû di 4,5, 5 mehan de li Tirkiyeyê çêbibûna di 3 hefteyan de pêk hat. Em li bêndêne ku erdhêjên biçûk heta du salan berdewam bikin."