> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 11emîn ya erdhejê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja-11emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-16T07:19:07.000Z
- Updated: 2023-02-16T07:19:07.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, deprem, erdhej, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/erdhej-zarok-kamp-diyarbekir.jpg)

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

## Li Hollandayê ji bo mexdûrên erdhejê bi qasî 89 ewro hat berhevkirin

> Li Hollandayê ji bo mexdûrên erdheja lî Tirkiye û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê hat organîzekirin. Di weşana hevpar a qenalên televîzyonê de nêzikî 89 milyon (88 milyon û 921 hezar û 469) ewro hat berhevkirin.

## Di seat 248an de keçeke ciwan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin

> Li Mereşê di seat 248an de keçeke ciwan ji bin xirbeyan hat rizgarkirin.  
>  
> 12:28

## AFAD: Hejmar bilind dibe

> AFADê ragihand ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane derketiye 36 hezar û 187 kesan.  
>  
> Her wiha hate gotin ku 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne.  
>  
> 11:48

## Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken dê roja Yekşemê bê Tirkiyê

> Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê roja Yekşemê serdana Tirkiyê bike û li ser xebatên alîkariyê yên piştî erdhejê gotûbêj bike.  
>  
> 10:17

## AFADê lîsteya pêdiviyên "Pêşî" eşkere kir

> AFADê lîsteya pêşîn a malzemeyên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê eşkere kir.  
>  
> Di lîsteyê de tiştên alîkariyê yên wekî çadir, betanî û xwarinên hişk hene.  
>  
> 09:00

## Di kampanyaya 'Yek Dil Tirkiye' de 115 milyar alîkarî hatin komkirin

> Di kampanyaya alîkariyê ya ku bi weşana hevpar a gelek qenalên televîzyonê hat lidarxistin de 115 milyar 146 milyon TL alîkarî hat berhevkirin.

## Li Amedê 15 kes hatin girtin

> Li Amedê di encama erdhejê de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê avahiyên hilweşiyayîn de 39 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 15 jê hatin girtin.

## Ji bo zarokên mexdûrê erdhejê kampanyaya “konê listikê” dest pê kiriye

> Li Amedê ji bo zarokên mexdûrê erdhejê kampanyaya “Konê Lîstikê” hatiye destpêkirin.  
>  
> Gulan Onkolê diyar kiriye ku ew him ji bo bexşên konan û him jî ji bo bexşên pêlîstokan amade ne.  
>  
> Yên ku dixwazin bi kon û pêlistokan piştgiriyê bide zarokan dikarin têkiliyê bi vê hejmarê re deynin: 05056232751  
>