> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 12emîn ya erdhejê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja-12emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-17T08:39:18.000Z
- Updated: 2023-02-17T08:39:18.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, Amed, Edene, îskenderun, Riha, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/DSC00225.jpg)

Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

## Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Kocaelîyê bang li karsazan kir : Kesên ji herêma erdhejê hatine îstihdam nekin

> Serokê Odeya Pîşesazî ya Kocaelîyê Ayhan Zeytinogluyê got "Divê em nifûsa kedkar bînin vê derê. Daxwaza min ew e ku hûn kesên ku ji erdhejê tên îstihdam nekin. Em nabêjin ku alîkariyê nekin lê îstihdam nekin.

## Di roja 12emîn de dengek ji bin kavilan de hat

> Piştî erdhejên li Maraşê Apartamanê Defne yên li Antakyayê jî hilweşiya. Di roja 12emîn a erdhejê de di bin kavilan de deng û germ hat tesbîtkirin. Tîmên diyar kir ku di bin kavilan de 3 kes hene. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.  
>  
> 11.45

## 2 kes di bin kavilan de hatin derxistin

> Li Antakyayê piştî 261 seatan Mehmet Alî Şakîroglu yê 26 salî û Mustafa Avcî yê 34 salî ji xirabeyan hatin xilaskirin.

## Azra ya 4 salî ku ji binî kavilan hat derxistin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

> Azra Duru Malaç a 4 salî li Antakyayê di bin xirbeyan de mabû. Di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê de sax hatibû ditîn. Azra yê li Nexweşxaneya Perwerde û Lekolîne ya Bajarê Edeneyê jiyana xwe ji dest daye.

## Hejmar her ku diçe bilind dibe

> Li gorî daxuyaniya AFADê di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmê 4 hezar û 734 erdhejên biçûk pêk hatine.