> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 13emîn ya erdhejê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja-13emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-18T09:24:39.000Z
- Updated: 2023-02-18T09:24:39.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, Uncategorized, 6Sibat, deprem, DIYARBEKIR, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/DSC00429.jpg)

> Midûriyeta Parêzgeha AFADê: Li Diyarbekirê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên hemû avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyane bi dawî bûne.  
>  
> 12.22

> Li gorî daxuyaniya AFADê hejmara miriyan derket 39 hezar û 672 kesan. Hejmara birîndarên di 108 hezar û 68 bû, hejmara erdhejên biçûk jî 4 hezar û 734 e.

> Daneyên herî dawî yên li seranserê bajarê Amedê:  
>  
> Ji ber erdhejê 401 kes mirin. 902 kes jî birîndar in.  
>  
> Tê texmînkirin ku di bin kavilên Galeryayê de 6 kes hene.

> Di saet 278an a erdhejê de li Hatayê kesek bi saxî ji binê xirbeyan hat derxistin.

> Balafira alîkariyê ya 12emîn a ku Erebistana Siûdî şandibû gihîşt Tirkiyeyê.

> Li Hatayê di saet 296a ji bin kavilan 3 kesên ku yek jê zarok bû bi saxî hatin derxistin.