> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 19emîn ya erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja-19emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-24T08:15:42.000Z
- Updated: 2023-02-24T08:15:42.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: erdhêj, Nûçe, 2023, deprem, mereş amed, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Erdhêja 6ê Sibatê 19 rojan li du xwe hîşt.

## Xwedîyê erda Sîteya Rendeyê ji ber îtîrazê sînorê temen hatiye berdan

> Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku "Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn" Arif Samî Rende hatibû binçavkirin.  
>  
> Li gor [nûçeya NTV](https://www.ntv.com.tr/turkiye/yikilan-rende-sitesinin-sahibi-yas-haddinden-serbest,%5Fy46D6RokUCHayoVtEvBPA?ref=botantimes.com)yê Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen hatiye berdan.  
>  
> Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

## Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî: "Nasnameya 106 zarokan heta niha nehatiye tespîtkirin"

> Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku hezar û 405 zarokên bênasname ji alîyê malbata xwe ve hatine nasîn. Wezaret wan zarokan teslîmê malbata wan kir.  
>  
> Wezaret diyar kir ku nasnameya 106 zarokên ji herema erdhêjê hîn nehatine tespîtkirin.

> [](https://twitter.com/tcailesosyal/status/1628781620005150723?ref=botantimes.com)

## Li Dîlokê 22 kes derbarê avahiyên hilweşiyayî de hatin desteserkirin û li 80 kesan jî digerin

> Waliyê Dîlokê Davut Gulê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da.  
>  
> Li Nurdaxî û Îslahiyeyê di avahiyên hilweşiyayî de kêmasî hatin dîtin. Derbarê wan avahiyan de 22 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li 80 kesan jî digerin.  
>  
> Davut Gul