> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 20emîn ya erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja-20emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-25T06:54:45.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:36:03.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: erdhêj, Nûçe, AFAD, erdhêj deprem, mereş, Semsûr, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Erdhêja 6ê Sibatê 20 roj li du xwe hîşt.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane rojane bilind dibe.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/zedetiri-800-000-kesan-ji-cihen-erdhej-le-cebuyi-bar-kirine.html

## Şaredarê Nurdagîyê Okkeş Kavak hat binçavkirin

> Lêkolînên li ser avahiyên ku li Nurdagîyê ji ber erdhêjê hilweşiyan dewam dike.  
>  
> Şeraderê Nurdagîyê Okkeş Kavak di çarçoveyê lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Îslahiyeyê de hat binçavkirin.  
>  
> Di îfadeya Kavakê de hate hînbûn kû di erdhêjê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Kavakê berê karê mûtahîtîyê kirîye, lê piştî ku bûye şaredar şîrketa wî radestî birayê xwe Osman Kavakê kiriye.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/rapora-pisti-erdheja-6e-sibata-2023yan-rewsa-zaroken-li-stargehen-demki-yen-li-amede-hat-wesandin.html

## Hejmara mirîyan derket 44 hezar û 218an

> AFADê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 44 hezar û 218an.  
>  
> Li herêma erdhejê de 528 hezar û 146 kes jî hatine tehliyekirin.

## Xwedîye Sîteya Rende yê hat girtin

> Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku “Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn” Arif Samî Rende hatibû binçavkirin. Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen do (Înê) hatibu berdan.  
>  
> Rende yê dîsa hat binçavkirin û hat girtin.  
>  
> Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/erdhej-u-tenduristi.html

## Li seranserî Tirkiyeyê erdhêj berdewam bin

> Li parêzgeha Çewligê ê û li parêzgeha Hatayê erdhejên nû çêbûn ku pileya wan di ser 4 pileyan re bû.  
>  
> (AFAD) ragihand ku roja Şemiyê li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewligê bi pileya 4.4 û li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê jî bi pileya 4 erdhejên nû çêbûne.  
>  
> AFADê ragihandiye ku dê li seranserî Tirkiyê erdhej berdewam bin.