> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ZINDÎ- Roja 17emîn ya erdhêjê
- URL: https://www.botantimes.com/zindi-roja17emin-ya-erdheje/
- Published: 2023-02-22T07:27:22.000Z
- Updated: 2023-02-22T07:27:22.000Z
- Author: Gulistan Korban
- Tags: erdhêj, SERNÛÇE, Amed, deprem, Edene, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/IMG_6371-1.jpg)

Hejmara kesên di erdhejên bi navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dan derket 42 hezar û 310an.

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Awarte (AFAD) li ser rewşa heyî daxuyaniyek belavkir.

AFAD ragihand ku li Mereş, Antep, Riha, Amed, Edene, Osmaniye,Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê bi tevahî 448 hezar û 18 kes hatin tehliyekirin.

## Ji kar derxistina karkeran hate qedexe kirin

> Bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li 10 parêzgehên ji kar derxistina karkeran hate qedexe kirin.

## Wezîr Soylu: Dê ji bo wan mirovên li herêma erdhêjê alîkarî bên kirin

> Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dîyar kir ku ketina malên ku ji erdhejê zirareke mezin dîtine qedexe ye.  
>  
> Soylu got, "hem AFAD û hem jî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dê eşyayan bidin wan malbatan."

## Ji muxalefetê li dij gotinên Erdogan bertek

> Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo kesên kêmbûna alîkariyan rexne dike peyvên, "bêexlaq, bêrûmet," bi kar anî bû.  
>  
> Li hemberî gotinên Erdogan muxalefetê jî got, "Xeberan nede, îstifa bike."