> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zû-baliqbûn bandorê li hestên zarokan dike, nahêle bejna wan dirêj bibe
- URL: https://www.botantimes.com/zu-baliqbun-bandore-li-hesten-zarokan-dike-nahele-bejna-wan-direj-bibe/
- Published: 2026-08-21T09:00:43.000Z
- Updated: 2026-08-21T09:01:52.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe

Pisporê Endokrînolojîya Zarokan Şervan Özalkakî li ser xetereya zû-baliqbûna zarokan hişyarî da. Özalkakî dîyar kir ku ji ber zû-baliqbûnê bejna zarokan dirêj nabe û pirsgirêkên derûnî derdikevin.

*Nûçe: Zelal Sînayîç* 

Keçên di bin temenê 8 saliyê de û kurên di bin temenê 9 saliyê de dikevin pêvajoya zû-baliqbûnê. Pispor Özalkakî got ku ev rewş bandoreka xirab li ser geşedana wan dike. Herweha keçên biçûk di nav kaygî û tirsê de dimînin.

**Bejna zarokan dirêj nabe**

Zû-baliqbûn pêvajoya mezinbûnê bilez dike. Lê belê hestîyên zarokan zû digihêjin û pişt re mezinbûn disakine. Özalkakî dîyar kir ku ji ber vê yekê bejna zarokan dirêj nabe.

**Zarok rastî zorbalîyê tên**

Zarokên ku laşê wan zû mezin dibe û hestên wan biçûk dimînin rastî pirsgirêkan tên. Hevalên wan zordariyê li wan dikin. Zarok ji ber vê yekê xwe tenê hîs dikin û ji civakê dûr dikevin.

**Sedemên zû-baliqbûnê pênc tişt in**

Zêdebûna kîloyê û xwarinên ne saxlem zû-baliqbûnê çêdikin. Demên dirêj yên li ber ekranan û jiyana bêlêvger vê rewşê bileztir dikin. Wekî dî berhemên kozmetîkî û xwarinên derveyî demsalê bandorê li hormonan dikin. Özalkakî xwest ku malbat kîloya zarokên xwe kontrol bikin.

**Pirsgirêka dermanan heye**

Bijîşk ji bo dermankirinê derziyên hormonan bikar tînin. Lê dermanên ku ji derve tên li bazara welatî kêm in. Derman kêm in û malbat nikarin wan bi rêkûpêk peyda bikin.

Çavkanî: Botan Times