> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Zülküf Ergün li Botan Timesê ye!
- URL: https://www.botantimes.com/zulkuf-ergun-li-botan-timese-ye/
- Published: 2023-09-24T08:50:22.000Z
- Updated: 2023-09-24T08:50:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Lêkoler û akademîsyen Zülküf Ergün li Botan Timesê ye!

Lêkoler Zülküf Ergün dê ji bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Yekem nivîsara Ergünî dê demeka nêzîk bê weşandin.

**Zülküf Ergün kî ye?**

Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê *Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan* (2014), *Nerît û Helbest* (2017) û *Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî* (2021) û *Edebîyata Kurdî ya Sovyetê* (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên *Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî* (2013), *Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî* (2016), *Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min* (2019) û *Ber bi Zertavê* (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê *Demsala Nan* pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.

\*\*\*