Şêxmûs Sefer: Mesele bo kurdan ev e: Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne
Tîma keskesor, Amedspor di sezona 2025/2026an a Lîga Yekem a TFFê de bû şampiyon û derket Lîga Superê ya
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs û nûçeyên taybet pêk tê bar kir. Em ji WordPressê hatin Sîstema Birêvebirina Naverokan (CMS) a bi navê Ghost.
Haa ji beriya dest pê bikim: Merheba 2042 xwendevanên me, merheba 219 aboneyên Bûltena Belaş û merheba 42 piştgirên me yên ku bûne aboneyên pereyî.

Li mal û warê me yê nû di van 20 rojan de 2042 xwendevanên me qesta me kirine, berê xwe dane me. Vê hêviya me geş kir.
Botan Timesê hêj ti fon nestandine û tekane dahata wê abonetîya pereyî ye. Dahata me ya ji abonetîyan, mehane, vê mehê ji 4.000 TLyan(75 Euro) borî.
Me heqê hemî nivîs û nûçeyan daye (telîf an miaş) û hemî naverok ji bo xwendevanên me belaş e. Lê yên dikarin bi 3 Euroyan (150 TL) pişta me bigirin bila texsîr nekin. Vê mehê kesek bi navê E.D. bi 1000 TLyan (20 Euro) piştgiriya me kiriye. Her hebî.
Ne bi tenê naveroka Botan Timesê, ofîsa wê jî ji her kesê re vekiriye. Dema stûdyo hebû ew jî ji her kesê re vekirîbû. Salane zêdetirî 400 bernameyan li wê derê dihat qeydkirin. Heger 20-30 kesên wek E.D. an jî 300 kesên bi abonetîya bingehîn heban me dê stûdyo nedigirtiya.
Ya rastî jimara piştgirên me (hingê 100 TL) giha 220 kesan jî... Lê Xwedê çavê karsazan têr bike, xwediyê ofîsê kirêya me ji nişkê ve kir du qet û em têk birin. Ji xwe li wê plazayê kirêya herî zêde me dida du qetê wê ne mimkin bû.
Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.
Bûltena belaş bistîneTu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...