%66ê ciwanên Kurd, %36ê Tirk ji pêvajoyê hêvîdar in
Rapora berfireh a bi navê "Ji Çavê Ciwanan Pêvajoya Muzakereyê: Hest, Tecrûbe û Bendewarî" ya ku di Hezîrana 2026an de hatiye weşandin, nîşan dide ku ciwanên li Tirkiyeyê derbarê pêvajoya muzakereyê tam dabeşî du beşan bûne.
Ev lêkolîn ji aliyê Foruma Saziyên Ciwanan (GOF) û Navenda Heqîqet, Dad û Bîrgehê (Hafıza Merkezi) ve hatiye weşandin û xebata wê ya qadê jî ji aliyê Navenda Lêkolînên Bandora Civakî (TEAM) ve hatiye kirin. Li gorî raporê, %50,7ê ciwanan piştgiriya vê pêvajoyê dikin, lê %49,3ê wan li dijî pêvajoyê ne.
Rapor balê dikişîne ser bawerî-şikestina ciwanan a li hemberî saziyên dewletê û sîstemê. Di lêkolîna qadê ya TEAMê de derketiye holê ku %70,1ê ciwanan meşa welat "xirab" dibînin. Di rêza pirsgirêkên herî mezin de aborî (%34,1) û dad-hiqûq (%33,1) cih digirin; mijara ewlehiya neteweyî tenê ji bo %1,9ê ciwanan wekî pirsgirêka sereke tê dîtin. Her wiha %68,7ê ciwanan diyar kirine ku ew ewlehiyê bi dadgehan nayînin.
Li ser Siyasetê Tirs û Sansûr Heye
Yek ji encamên herî balkêş ên raporê, zexta ku ciwan di jiyana xwe ya rojane de hîs dikin e. Ji her 10 ciwanan 7 kes dema ku li ser medyaya civakî dîtinên xwe yên siyasî parve dikin, dilerizin û ditirsin. Ev rêje di nav karmendên dewletê de diçe %79,4an û di nav xebatkarên pispor ên pîşeyî de diçe %82,1ê.
Her wiha derketiye holê ku li %49ê malên ciwanan de dema ku siyaset tê axaftin mirovan hay ji xwe hene; ev rêje di nav ciwanên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye de diçe %58,6an.
Ji aliyê din ve, %48,4ê ciwanan şahidî kirine ku dema di qada giştî de bi Kurdî hatibe axaftin, bertekên neyînî hatine nîşandan.
Ji bo Aştiyê Şertê Sereke: Dewleta Hiqûqê
Cudahî û dabeşbûna di navbera piştgirên pêvajoyê û yên li dijî pêvajoyê de, dema ku mijar tê ser şertên aştiya civakî, vediguhere lihevkirineke mezin. Ciwanên ku tev li lêkolîna Foruma Saziyên Ciwanan û Navenda Bîrgehê bûne, herî zêde li ser van xalan li hev dikin:
- Hêzkirina dewleta hiqûqê (%94,5)
- Azadiyên kesane (%92,4)
- Hevwelatiya wekhev ji bo her kesî (%92,3)
Daneyên qadê yên Navenda Lêkolînên Bandora Civakî nîşan didin ku fikar di nav ciwanan de hestê herî serdest e (%52,2). Lê belê, di navbera ciwanên Kurd û Tirk de di warê hêvîdariyê de cudahiyeke mezin heye: dema ku %66ê ciwanên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye ji pêvajoyê bihêvî ne, ev rêje di nav ciwanên ku zimanê wan ê zikmakî Tirkî ye de 30 pûan kêmtir e.
Di dawiyê de, ciwan rexne dikin ku ew di vê pêvajoyê de cîh nagirin; tenê %35,8ê wan hîs dikin ku dengê wan tê bihîstin.