Bazara Kurdî kesad e: Sieteka dersa Matematîkê 3 hezar TL ya Kurdî 750 TL ye

Bazara Kurdî kesad e: Sieteka dersa Matematîkê 3 hezar TL ya Kurdî 750 TL ye

Derçûyên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo dîtina karî rastî astengiyên mezin tên. Ji ber vê yekê mamosteyan dest bi dersên taybet ên onlayn kirine. Lê belê di bazara dersên taybet de kurdî li paş dersên ezmûnan maye. Bihayê saeteka dersên wekî matematîkê heta 3 hezar lîreyan diçe. Bihayê saeteka dersên kurdî herî zêde 750 lîre ye.

Nûçe: Zelal Sînayic
Low Demand and Low Rates Stall the Kurdish-Language Private Tutoring Market
Kurdish Language and Literature graduates face severe employment barriers due to heavily restricted civil service quotas in Turkey. In response, many turned to online private tutoring to sustain their careers. However, Kurdish language instruction lags significantly behind exam-oriented subjects in the private education market. While hourly rates for subjects

Li Tirkîyeyê ji sala 2012an û vir ve beşên kurdî vebûn. Zarokan li dibistanên navîn dest bi hilbijartina dersên kurmancî û zazakî kir. Zanîngehên Dîcle, Mêrdîn Artuklu, Mûş Alparslan û Bîngolê her sal nêzîkî 120 derçûyan didin. Lê belê eleqeya li ser dersên bijarte kêm bû. Wezareta Perwerdeyê kadroyên kêm ji bo mamosteyên kurdî vekirin. Bi sedan derçû li bendê man. Hinek derçû çûn sektorên dî. Hinekan jî bi dersên onlayn pîşeya xwe domand.

Eleqe û biha kêm in

Şêrka Janzêm

Mamoste Şêrko Janzêm nêzîkî şeş salan e dersên kurdî yên onlayn dide. Janzêm dîyar kir ku eleqeya li ser dersên kurdî di binê bendewarîyan de maye.

Bihayê dersên kurdî di navbera 750 û hezar û 200 lîreyî de ye. Janzêm got:

"Hişmendîya civakê li ser vî warî kêm e. Kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin, van bihayên hanê giran dibînin. Ew dixwazin ev ders belaş bin. Lê niho saeteka derseka taybet a matematîkê ji hezar û 500 lîreyî dest pê dike. Ev biha heta 3 hezar lîreyî zêde dibe. Kurd giringîyeka bes nadin zimanê xwe. Ji ber vê yekê bazara dersên kurdî pir kêm e."

Asîmîlasyon guherî

Daxwaza herî zêde ji bo dersên onlayn ji kesên 25-40 salî tê. Xwendekarên Janzêmî piranî kurd in. Ew kes in ku li metropolan mezin bûne. Malbatan di nav malê de bi wan re kurdî neaxivîye. Ji ber vê yekê wan dawîyê xwestiye ku zimanê xwe hîn bibin.

Xwendekarên Janzêmî li Ewropa, Amerîka û bajarên cida yên Tirkîyeyê dijîn. Janzêm got:

"Dersên bijarte tenê kurdî naparêzin. Divê kurdî statûyeka qanûnî bi dest bixe. Berpirsiyarîyeka mezin li ser milê malbatan e. Niho dê û bav bi tirkî nazanin lê zarokên wan fêmî kurdî nakin. Berê dewletê bi zextê zarok ji zimanî dûr dixistin. Niho rewş cida ye. Asîmîlasyon cihê xwe da oto-asîmîlasyonê. Dê û bav bi destê xwe zarokan ji zimanî dûr dixin. Dewlet ji malbatan re nabêje bi kurdî neaxivin."

Jiyan li ser tirkî ye

Fatma Şahîn

Mamoste Fatma Şahin pênc salan e dersên kurdî yên onlayn dide. Şahinê dîyar kir ku daxwaza li ser kurdî li gorî zimanên biyanî pir kêm e.

Eleqeya li ser kurdî li gorî îngilîzî û almanî gellekî kêm e. Li zanîngehan hejmara beşan û derçûyan zêde bû. Ji ber vê yekê xwendekarên li ser serê mamosteyekî kêm bûn. Kesên ku kurdî hîn dibin, bi hişmendîyeka çandî tevdigerin.

Şahinê got:

"Ev hişmendî tenê di sedî 20ê civakê de heye. Kesên dî dibêjin kurdî di jiyana rojanê de bi kêrî çi tê. Jiyan bi piranî li ser tirkî ava bûye."

Eleqeya ciwanan zêde bû

Di salên dawîyê de weşangerî, medya civakî û xebatên çandî dîtbarîya zimanî zêde kir. Şahinê got ku bi taybetî di nav ciwanan de eleqeya li ser kurdî bilind bû.

Kurdî êdî tenê di nav malê de naye axavtin. Ziman di qadên wêje, weşangerî û medyayê de cih girt. Bi taybetî di warê xwendin û nivîsandinê de geşedaneka giring çêbû.

Armancên cida yên hînkirinê

Mirov bi armancên cida beşdarî dersan dibin. Komeka Şahinê ya perwerdeyê girêdayî weşanxaneyekê ye. Komek jî ji dersên taybet pêk tê.

Komeka wê ji zarokan pêk tê. Komeka dî jî ji jinan pêk tê. Hinek ji wan dixwazin kurdîya xwe pêş bixin. Hinek dixwazin zarokên wan hînî kurdî bibin. Hinek jin jî ji bo fêmkirina zimanê hevjînên xwe yên kurd dersan hildidin.

Kurdî li cîhanê belav bû

Berê ji ber zextan axavtina kurdî zehmet bû. Niho hişmendîya civakî ya li ser kurdî zêde bû.

Kursên vebûyî, weşanxane, pirtûkxane û medya civakî dîtbarîya kurdî zêde kir. Kurdî êdî ji malê derket. Ev ziman li dinyayê belav bû.

Berê hejmara axêvêran zêde bû. Lê weşan, werger û hilberîna çandî kêm bû. Niho di warê xwendin û nivîsandinê de pêşveçûneka mezin heye. Di bikaranîna nav malê de kêmkirinek heye. Lê hilberîna nivîskî zêde dibe. Ev pêvajo dê hejmara xwendevan û nivîskarên kurdî di nava çend salan de zêde bike.

Divê xebatên cidî çêbibin

Ji bo geşbûna kurdî divê hişmendîya civakî bilind bibe. Ergeneralîyên mezin dikevin ser milê saziyan û rêveberîyên herêmî.

Divê sazi xebatên cidî ji bo vî zimanî bikin. Divê civak hişmend bibe. Kurdî tenê bi vî awayî dikare bihêz bibe.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.